Li salona Bûnekan a bajarê Helebce pêr êvarê bi pêşengiya Rêveberiya Giştî ya Rewşenbîrî û Hunerî ya parêzgeha Helebce, amadebûna gelek hunermend, çalakvan û welatiyan filmê ‘Xewna Kurd, Şer an Aştî’ hat nîşandan.
Qonaxa şer û aştiyê
Derhênerê filma ‘Xewna Kurd, Şer an Aştî’ Keybihar têkildarî filmê axivî û got; “Armanca çêkirina filmek wiha diyarkirina rewşa niha ya gelê Kurd e. Bi taybetî li Başûrê Kurdistanê ku rû bi rû şerekî bûye. Her di filmê de xewna Kurd nîşan dide ku piştî qonaxa şer û aştiyê, pêkanîna xewnên xwe.”
Cara yekem li Helebceyê hat nîşandan
Keybihar diyar ki kur fikra avakirina dewleta Kurd ne milkê ti hizib û aliyekî ye û wiha pê de çû: “Ji ber ku gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê ji bo xebat û têkoşîn kiriye, xwîn jê re rijandiye. Ji bo wê jî me di filmê de bal kişandiye ser rol û xebata pêşmerge û şervanan a di parastina xaka Kurdistanê de.”
Keybihar axaftina xwe wiha bi dawî kir; “Çêkirina filmê du salan dirêj kir. Ev jî yekem car li Herêma Kurdistanê parêzgeha Helebce hat nîşandan. Me biryar daye li sê parêzgehên din ‘Silêmanî, Hewlêr, Dihok’ bê nîşandan. Her wiha li derveyî herêm û bi taybetî li Ewrûpayê bê nîşandan.”
CÎHAD HEWRAMÎ / ROJNEWS / HELEBCE