Li bajaroka El-Bab ya li rojhilatê bajarê Helebê jî balafirên rêjîmê bermîlekî bombeyî bi ser sûka sebzeyan de berda. Di encamê de 4 zarok, 2 jin bi giştî 25 welatiyên sivîl hatin kuştin û bi dehan birîndar bûn. Li rojavayê bajarê Helebê jî di navbera hêzên rêjîmê û çekdarên opozîsyonê de pevçûn derketin. Li derdora girtîgeha Muslimiyê jî di encama bombebarana balafirên rêjîmê de gelek çekdarên opozîsyonê hatin kuştin.
Li Idlibê şer
Li bajarê Meeret El-Numan ê girêdayî parêzgeha Idlibê di navbera hêzên rêjîma Baas û komên DAIŞ'ê de pevçûn derketin. Hate gotin ku kuştî û birîdnarên herdû aliyan çêbûne. Li bajaroka Meret Dibisa ku di navbera Idlib û Humsê de ye jî di navbera hêzên Rêjîmê û DAIŞ'ê de pevçûn derketine 2 endamên DAIŞ'ê hatine kuştin.
HELEB/IDLIB