Li bajarê Helebê yê Suriyê di topbarana rejîma Baasê de dîsa Kurd bûn hedef. Li Helebê doh di saetên sibê de tugayên bi navê Cephet El Ekrad û El Furqan ên girêdayî Artêşa Azad ketin Kolana Mardilî a Taxa Şêxmeqsud ku piranî alîgirên rejîma Baas lê hene. Bi ketina koman re di navbera çekdaran û alîgirên rejîmê de şer û pevçûn derket. Di dema şer de hêzên rejîmê jî li dijî herêma Mardilî topbaran kirin. Di encama topbaranê de 2 ji wan zarok 5 kesan jiyana xwe ji dest da û 20 kes jî birîndar bûn.

Kesên ku jiyana xwe ji dest dan tevahî Kurd in û ji bajarê Efrînê ne. Navên kesên jiyana xwe ji dest dane weha ne: Ciwan Mehemed (12). Wîsan Mehemed (5) Mehemed Mele Mehemed, Mahîr Şêxo (21), Welîd Xedur (47)  û ji gundê Sanûra ya Cindirêsa Efrînê.


HELEB