
Hêzên rejîmê û çeteyên Koalisyona Niştimaniya Sûriyê ve bi hemû cure çekên giran bikar tînin. Balafirên şer li taxên “ El-Şear, El-Saxûr, Kerm El-Bîk, Kerim El-Terab, Bistan Qesir, El-Heyderiyê, Mesakin Henano, Henderat, Bistan Başa, El-Kelasê“ yên di bin serweriya çeteyên koalisyonê û komên îslamiyên tundrew de bomebarankirin. Di encamê de bi dehan sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Li aliyê din çeteyên koalisyonê jî şêniyên niştecihên li taxên rojavayê bajarê Helebê bi çekên sekvaniyê hedef digrin û di encamê de zêdetirî 10 sivîlan birîndar bûn.
HELEB