Navenda Çapemeniya YPG’ê ragihand ku êrîşên komên çete yên li ser Şêxmeqsûd didomin. Hewldana Çeteyan a ketina taxê hatiye pûçkirin û du çete jî hatine kuştin.

Navenda Çapemeniya YPG’ê derbarê êrîşên komên çete yên li dijî taxa Şêxmeqsûd a Helebê û herêmên rojavayê Kobanê û bajaroka Eyn Îsa de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de tê gotin, êrişên hevbeş ên komên çete yên Lîwaa Sultan Murad, Ehrar El-Şam, Furqeya 16’an, Lîwaa El-Fetih, Lîwa Siltan Mihemed El Fetêh, Arteşa El Mucahidîn, Suwar El- Şam, Ehrar Suruye, Cepha El Şamiye, Siqor El Cebel, Firqa 101, Foc Alewal, Cephe El Tirkmen, Tabûrên Ebû Emera, Arteşa El Îslam, Kombûna Festeqim Kema Emert, Lîwa 13emîn, Firqa El Şemaliye û Tabûrên Nûreddîn Zenkî ya li dijî taxa Şêx Meqsûd a Halebê dewam dikin.

Li gorî daxuniya YPG´ê 26’ê Nîsanê komên çete ji herêma Muxaberat xwestin têkevin taxê û piştî destwerdana hêzên YPG´ê şer qewimî. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a di vî şerî de nehatiye zelalkirin, lê belê çeteyên ku dixwestin ji herêma Şera têkevin taxê derb xwarine û bi qasî hatiye zelalkirin li wir 2 çete hatine kuştin.


Li Kobanê êrişên çeteyan

YPG´ê da zanîn  ku çeteyên DAIŞ´ê 26’ê Nîsanê li dijî gundê Girê Sor ê li başûrê bajarokê Şêxler ê ser bi Kobanê û li dijî bajarokê Şêxler bi çekên giran 2 êrîşên cûda li dar xistin. Li gorî daxuyaniyê çeteyên DAIŞ’ê heman rojêbi şev jî ji çeperên xwe yên başûrê Cerablûsê bi çekên giran êrîş birin ser gundê Qereqozax a Kobanê.

YPG´ê wekî din da zanîn ku 26ê Nîsanê çeteyên DAIŞ’ê bi çekên giran du caran êrîş bir ser başûrê bendava Tişrînê, û heman rojê bi çekên giran êriş birin ser gundê Şergirat ê li rojhilatê bajarokê Eyn Îsa. 


 NAVENDA NÛÇEYAN