Demeke pir direj nedihate xwestin kû çapemenî cih bide, lê çend saetên di odeyên girtî yên îstixbaratan de besbûn ku rêxistina DAIŞ`ê, di çavên medyaya Erebîstana Siûdî û Tirkiyê, her wiha çapemeniya hin dewletên Rojava de li Helebê û gundewarên wê bibe dijminê herî mezin. Tevî ku DAIŞ her ew DAIŞ’a berê bû jî niha bûye dijmin, lê heman çapemenî heman komê li Rojava wekî ferîşteyênîşan dide.
DAIŞ û destpêka li Tirkiyê
Hêzên çekdar yên opozisyona Sûriyê piştî ku gelek saziyên rejîmê bi dest xistin, li ser belavkirina mal û destkeftiyan lihev nekirin û parçebûn rû da. Vê rewşê rê li pêşiya komên girêdayî Al-Qayidê vekir ku bi alîkariya dewleta Tirk û hin dewletên Kendavê desthilatiya xwe li Sûriyê bi hêz bike.
Ji xwe gelek belgeyên ku navendên ragihandinê, bi taybet ANHA`ê bidest xistine, piştgirî û alîkariya dewleta Tirk ya bi komên El-Qayidê re derdixe navê. Li gor belgeyan bajarê Tirkiyê Istanbol bûye navenda rêxistina DAIŞ`ê, bi rêya balefirgaha Istanbolê endamên DAIŞ`ê ji seranserî cihanê li ser Tirkiyê re derbasî Sûriyê û Rojvayê Kurdistanê bûn.
Her wiha komên DAIŞ`ê ku li herêmên sînor yên di navbera Tirkiyê, Rojvayê Kurdistanê û Sûriyê locistîk û cebilxaneya xwe ji Tirkiyê werdigirtin. Gelek ji van rastiyan di demên dawiyê de piştî aloziya siyasî ya li Tirkiyê aşkere bûn.
Girêdayî van rastiyan jî hovîtî û kiryarên terorê yê DAIŞ`ê ku li gelek navendên çepemenî hatine weşandin dewleta Tirk tengav kirin, lewma rayedarên Tirkiyê hewil didin ku rûyê xwe spî bikin, her wiha ew hewil didin ku li şûna DAIŞ`ê rêxistineke din peyda bikin yan jî navê DAIŞ`ê buguherin.
DAIŞ-El-Cebhe El-Islamiye
Di 22`ê mijaara sala derbasbûyê de, bi alîkariya Sûdiyê, Tirkiyê û hin dewletên Rojava koma bi navê “ El-Cebhe El-Islamiye” hate ava kirin û xwestin berî civîna Cenevere -2 wê li şûna DAIŞ`ê bidin nasîn. Ango bi kurtahî tenê nav hate guhertin.
Pirsa ku xwe derdixe pêş eve, çima komên DAIŞ`ê li Heleb û gundewarên wê, di çapemeya Siûdî û hin çapemeniyên Rojavayî de wek dijminê mezin tê nîşan dan, lê dema ku li Rojvayê Kurdistanê li dijî gelê Kurd hovîtiyê dikin wek şoreşger têne bi nav kirin. Mînaka vê helwestê jî daxuyaniya ku ji aliyê Koalisyona Hêzên opozisyona Sûryê ve hatiye weşandin ku tê de piştgiriya komên DAIŞ`ê yê li herêma Tilhemîsê dike û wan wek şoreşger bi nav dike. Ji xwe di vê neberê de Encûmana Niştimanî a Kurd li Sûriyê ku endamê Koalisyonê ye, bê deng e.
DAIŞ`ê û lîstoka Istixbaratê
Li gorî hin agahiyan destê gelek isticbaratên herêmê ketiye nava rêxistina DAIŞ`ê û her aliyek wê li gor berjewendiyên xwe bikar tine. Di çapemeniya Rojvayî de agahiyên ku dibêjin balefirgehên gelek welatan jibo DAIŞ`ê hatine vekirin nîşan dide ku hin istixbaran Europî jî ketine vê lîstokê.
Gelo wê êrîşî Rojava bike
Li herêma Hesekê 5 komên çekdar yên bi navê “Dewleta Islamê ya Iraq û Şamê, El-Cebhe El-Islamiye, Ensar El-Xilafe, lîwa El-Uqab, lîwa 114” bi daxuyaniyekê dane zanîn ku ewê şerê li dijî Yekîneyên Paratina Gel (YPG) ranewstînin. Ev jî nîşan dide ku ji bo êrîşeke li dijî Rojava amadekarî têne kirin.
Li aliyekî din agahî tê dayin ku li herêma Nisêbînê a Bakurê Kurdistanê amadekariyên avakirina wargeheke penaberan têne kirin. Her wiha hinek navendê çapemeniyê jî li Başûrê Kurdistanê nûçeyên ku weltiyan toşî koçberiyê dikin diweşînin. Ev nîşana wê ye ku dewleta Tirk, koalisyona Sûryê û hin alîiyên herêmî ji bo lêxistina destkeftiyê Rojavayê Kurdistanê û rêvebiriya xweseriya demokratîk lihev kirine.
Rastiya DAIŞ’ê
Navê DAIŞ`ê kurte nivîsa navê “Edewleta Islamê ya Iraq û Şamê” ye. Tevî ku rêxitin vî navê hez nake jî lê ev nav piştî kiryrên hovane yê rêxstinê li Rojavayê Kurdistanê di çapemeniyê de belav bû. Rêxistin li bajarê Reqa yê her kesê ku wan bi DAIŞ`ê bi nav bike bi lêxistina 50 kamçiyan ceza dike.
Emîrê rêxistina Dewleta Islamê ya Iraqê Ebû Bekir Elbexdadî di 9`ê nîsana 2013`an ragihand ku Cebhet Ei-Nesra tevlî rêxistinê bûye û navê rêxistinê kire Dewleta Islamê ya Iraq û Şamê a ku niha bi navê DAIŞ`ê tê naskirin.
Serokê rêxistina El-Qayidê Eymen El-Zewahirî di 8 mijdara 2013`n rêxistina DAIŞ`ê betal kir û da zanîn ku Cebhet El-Nesa şaxê El-Qayidê li Sûriyê ye. Lê Emîrê DAIŞ`ê Ebû Bekir Elbexdadî biryara El-Zewahirî ne pijirand û da zanîn ku rêxistin weke xwe dimîne.
ALAN OSMAN