Li taxa Şêx Meqsûd a Helebê, li Navenda Saziya Ziman ji bo xwendekarên zanîngeha Helebê semînerke hate pêşkêşkirin. Semîner bi armanca parastina ziman, ji aliyê Polat Can ve hate dayîn. Di Semînerê de Polat Can:” Her çiqas li ser zimanê Kurd bişaftin hatibe meşandin jî, lê zimanê Kurdî yek zimanên herî zindî ye di nava zimanê cihanê de ye. Di demekê de gelek zimanê cihanê bi bişaftinê re rû bi rû diman, zimanê Kurdî bi pêşketina tekoşîna azadiyê re her roja ku çû pêş ket.”

‘Bi xwendin û nivîsandinê ziman bipêş dikeve’ 

Can sedemê ku zimanê Kurdî zindî maye vegot û wiha dirêjî dan gotinên xwe: “ Sedema herî zêde ku nehişt zimanê Kurdî bi temamî wenda bibe, ji ber erdnîgariya Kurdistanê bû û civaka Kurd di çiyayan de neket bin bandora zimanê dagirkerên Kurdistanê. Her wiha rewşa civaka Kurd bû sedemek duyemîn ku zimanê Kurdî heyanî roja me ya niha maye. Çanda û wêjeya devokî ya weke dengbêjî, stranên kevnar ên dirêj ên li gunda dihatin gotin û çîrok bûn. Dîsa, di dîroka Kurdan de helbestkar û feylesûfên mezin ên weke Ehmedê Xanî, Feqê Teyran Melayê Cizîrî, Baba Tahirê El Eryan û Elî Herîrî û her weke din... Bi weje û helbestên xwe nehiştin ku zimanê Kurdî bê bişaftin. Çapemeniya Kurd, pêşxistina, televîzyon û Rojnemeyên Kurdî jî bû sedemke ku zimanê Kurdî gav bi gav ber bi pêşketinê ve çû.” 

‘Divê xwendekar li zimanê xwe xwedî derkevin’ 

Polat Can ji bo parastin û pêşxistina zimanê Kurdî jî wiha got:”Hîmê bingehîn a parastina ziman xwedîderketin û axaftin bi zimanê dayîkê ye. Her wiha pêşxistina ragihandina Kurd û çêkirina film û bernameyên Kurdî dibe hêzek ku zimanê Kurd pêş bikeve. Wegerandina û nûjenkirina destan û çîrokên klasîk yên Kurdî”. Can herî dawî got; “ Xala herî girîng a pêşxistina ziman bi wergera xwendin û nivîs ji tîpên Erebî ya Kurdî ye. Dîsa ciwan û xwendekarên zanîngehê hestiyê piştê yên civakê ne, ji ber vê divê xwendekarên Kurd ji her kesî bêhtir xwedî li ziman derbikevin.”

ANF/HELEB




Ji TEVDEM’ê banga mitînga bi heybet

Tevgera Civaka Demokratîk(TEVDEM)ê bang li gelê Helebê kir ku bi giyana serhildanê beşdarî çalakiya 22’ mehê roja pêçşemê bibin. Di daxuyaniya TEVDEM’ê de hate gotin: “Em Kongreya Meclîsa Gel silav dikin û bi giyana serhildanê tekoşîna xwe xurt dikin.”
TEVDEM’ê di daxuyaniya dayî de got;” Tevgera me TEVDEM’ê di roja 16’ê mehê de bi beşdariya hemû pêkhateyên civaka Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê dijîn, kongreya xwe ya Meclîsa Gel li dar xist. Ji bo em xwedî li nirxên xwe derkevin û şehîdên riya azadiyê bi bîr bînin, em gelê Kurd û hemû gelêb li bajêr dijîn vedixwînin çalakiya silavkirina Kongreya Meclîsa Gel.”
Her wiha di daxuyaniyê hate diyarkirin ku dê çalakiya wan di 22 berfanbarê de roja Pêçşemê li taxa Eşrefiyê ya Helebê li rex Dibistana Yunus Sebhawî, demjimê di 14.00 de dest pê bike. TEVDEM’ê daxwaz ji gelê Kurd kir bi hemû rengên xwe yên kesk, sor û zer û bi aliyê xwe yên rengîn beşdarî çalakiyê bibin û tekoşîna xwe bi hêz bikin.
Hêjayî gotinê ye ku ev çalakî di çarçoveya Hemleya Rêxistinî ya Şehîd Şîlan û Rustem de hatiye destpêkirin. Her wiha dê di çalakiyê de peyama TEVDEM’ê bê xwendin û endamê beşdarî kongreyê bûne peyama xwe pêşkêş bikin û malavahiya gelê Kurd bikin.