Pevçûnên di navbera Artêşa Azad, DAIŞ û rejîma Baas li bajarê Helebê didomin. Her sê hêz di navbera hevdu de di nava şer de ne. Di encama pevçûnên di navbera yekîneyên Artêşa Azad û komên DAIŞ‘ê de, bendê Kontrolê yê Kastîlo ku li bakurê Helebê ye kete bin kontrola Artêşa azad de. Li aliyekî din bajarokê Sifîrê yê rohilatê Helebê kete bin kontrola hêzên rejîmê de. Di vê navberê de taxên Kurdan ên bajarê Helebê ji aliyê komên DAIŞ’ê yên Artêşa Azad ve hatine dorpêçkirin.

Li gorî agahiyên ku ji fermandarekî Artêşa Azad hatine wergirtin, Emîrê DAIŞ’ê bi xwe van êrîşan birêve dibe. Çavkaniyan diyar kir ku Emîrê DAIŞ’ê ji bo ku êrîşî taxa Benî Zêd bike alîkarî ji Reqayê xwestiye.

Rê hatin qutkirin

Piştî ku komên DAIŞ‘ê berî du rojan herêma Dewar El Cendûl xistin bin kontrola xwe, hemû rêyên çûyîn û hatina taxên Kurdan hatine qut kirine. Lê şêniyên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd  di nava fikaran de ne ku eger komên DAIŞ’ê taxên Benîzêd û Seken Şebabî têxe bin kontrola xwe dê taxên Kurdan bêne dorpêç kirin.
Hat diyarkirin ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li dijî êrîşan di nava amadekariyan de ne.

Rejîmê Sifîrê bi dest xist

Li aliyekî din hêzên rejîmê bajarokê Sifîrê yê Rojhilatî Helebê xiste bin kontrola xwe. Hêzên rejîmê ji bo ku herêma bejahî ya Rojhilatê Helebê têxe bin kontrola xwe dest bi operasyoneke berfireh kir. Di encamê de gelek komên çekdar ji herêmê reviyan û berê xwe dane bajarê Helebê.
Li herêma di navbera Dewar El Cendûl û Kastîlo de, di navbera yekîneyên Artêşa Azad û komên DAIŞ’ê de şerên dijwar rû dan. Tûgaya dehan a girêdayî Meclisa Leşkerî ya Helebê bi alîkariya bi dehan tabûrên artêşa azad êrîşî komên DAIŞ’ê yê li herêma Takstîloyê kirin û di encamê Komên DAIŞ’ê ji herêmê derxistin.

HELEB