Wezîrê ragihandinê yê Sûriyê Umran El Zuebî da xuyakirin ku ew dê vê bûyerê lêkolîn bikin û sersaxî ji malbata ku jiyana xwe ji dest daye û ji gelê Tirkiyeyê re xwest. Wezîr da xuyakirin ku sînorekî berfireh di navbera herdu welatan de heye û gelek caran komên çekdar û çek di ser wî sînorî re tên Sûrieyê. Wezîrê ragihandinê dibêje ku piraniya çek û teqemeniyên ku derbasî axa wan dibin di riya sînorê Tirkiyeyê re tên û mînaka dawî jî teqîna El Qaîde ya kul i Helebê pêk hat û di encamê de bi dehan hatin kuştin e.
Umran El Zuebî bang li hikûmeta Tirkiyeyê kir ku rêzê ji serweriya Sûriyeyê re bigire û sînorê xwe ji komên çekdar re veneke, wekî ku Sûriyeyê sînorê xwe diparêze û rê nade bazirganên çekan û komên çekdar ku biçin welatên cîranê wan.
Tirkiyeya ku hemû aliyên sînorê xwe ji bo çekdarên muxalefeta Sûriyeyê vekiriye û alîkariya çekdaran dike, ev yek jî bi xwe re şerê li Sûriyeyê dikşîne ber bi sînorê xwe ve. Gelek caran di navbera artêşa rejîma Sûriyeyê û muxalifên çekdar de li nêzî sînor şerên giran diqewimin û hin caran topên artêşa Sûrieyyê sînor derbas dikin û xelkên nêzî sînor dikevin nava tirs û fikaran.
Derbarê vê bûyerê de serokwezîrê Tirk daxuyanî da ku artêşa wan jî bersiv daye cihê ku ew top jê hatine avêtin û ew kirine hedefa topên xwe.
Esad li qada şer e
Li gorî raporeke rojnameya El-Diyar ya Libnanî, serokê Sûriyê Beşar Esad bi 30 hezar leşkerî ji paytext Şamê ber bi bajarê Helebê ve çûye.
Li gorî wê raporê, roja çarşemê ji bo tevli şerê li Helebê bibe, koçka El-Şe’bet ya li Şamê bi cî hiştiye û ligel 30 hezar leşker û 2 hezar zirepûşan çûye Helebê. Heman raport balê dikişîne ser wê yekê ku Esed bi xwe serokatiya operasyonên artêşa Sûriyê yên li dijî artêşa azad a Sûriyê dike. Berî çend rojan artêşa azad a Sûriyê li Helebê şerê dawî yê rizgarkirinê ragihand. Êrişekî berfireh li dijî avahî û baregehên rejîma Sûriyê yên li Helebê dest pê kir.
Piştî gihiştina Esed ya Helebê, doh li gelek teqînên li pey hev rûdan. .
Teqînên li Helebê
Li Bajarê Helebê yê Sûriyeyê li pey hev 3 teqîn pêk hatin. Li gorî agahiyên destpêkê, di encama teqînê de nêzî 30 kesan jiyana xwe ji dest da, gelek kes jî birîndar bûn. Li gorî çavkaniyek herêmî 50 kesî jiyana xwe ji dest da.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, li bajarê Helebê di saetên serê sibehê de li pey hev 3 teqîn pêk hatin. Hate gotin ku teqîn li Qada Sadullah El Cabirî ku li wir garnîzona subayan, her wiha dewriyeya leşkerî û avahiya partiya Baasê hene, pêk hatin. Çavkaniyên herêmî ragihandin ku 2 teqîn bi hev re çêbûne, yek jî piştî wan çêbû.
Piştî teqînê li derdorê gelek gule hatin barandin. Di encama teqînê de gelek avahî hilweşiyan û zirarek mezin çêbû. Hate gotin ku teqîna 3 yemîn li ber avahiya Baasê çêbûye.
HELEB