Li her du taxên mezin ên ku nêzî 600 hezar Kurd lê dijîn, her çendî dengê top û bombeyan werin jî, lê aram e. Li hemberî vê yekê şert û mercên jiyanê zor in.
Rejîma Sûriyeyê di van rojên dawiyê de êrîşên xwe yên li ser bajarê Helebê dijwar kir. Piştî êrîşa ku têde rayedarên payebilind ên Sûriyeyê li Şamê hatin kuştin, rejîmê hêzên muxalîfên çekdar paş de vegerand û dest bi bombebarankirina Helebê kir. Her çendî her roj nûçeyên kuştinan bên jî, lê heta niha tu hejmarên pêbawer ên kuştiyan nehatine aşkerekirin. Çavdêrîxaneya Mafê Mirovan a navenda wê li Londonê ye, ragihand ku ji adara 2011 ve li Sûriyeyê zêdetirê 20 hezar kes hatine kuştin. NY’yê jî aşkere kirk u bi sedhezaran mirov koçber bûne.
Ji şeva sêşemê heta îro taxa Şîkeyf bi awayeke dijwar tê bombebarankirin. Di êrîşa ku çekên giran hatin karanîn de hejmara kuştî û birîndaran nehat nehat zelalkirin. Ev tax li kêleka Taxa Şêx Meqsûd a ku Kurd lê dijîn e. Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye di bin kontrola Kurdan de ne. Li van her du taxan hêzên yek ji her du artêşan jî tune ne û ji aliyê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ve tên parastin.
Kontrola Artêşa Azad
Gelek taxên weke Selehedîn, Heyderiye, Şêx Xalid, Henedan, Ezad ketine destê Artêşa Sûriyeya Azad. Dewletê ji bo wergirtina van her du taxan bi hêzeke mezin êrîş kir, lê belê bi ser neket. Li gorî agahiyan, rejîma Esad amadekariya êrîşeke mezintir dike. Tê diyarkirin ku ji sedî 60’ê bajarê Helebê di bin kontrola rejîma Esad de ye.
Endamê hêzên paramilîter ên girîdayî rejîmê Zîno Berî ku kesek bi bandor e, tevî hin alîgirê rejîmê ji aliyê Artêşa Sûriyeya Azad ve hatin girtin û paşê hatin kuştin. Tê diyarkirin ku Berî berê gelek zilmê li gelê herêmê kiriye.
Mercên jiyanê giran dibin
tevahîya bajar hêj pirsgirêkên ceyran, av, zad, çûnûhatin û ragihandinê tên hene. Di mijara tenduristiyê de jî pirsgirêkên giran hene. Heman pirsgirêk li taxên Kurdan jî hene. Lê belê hat hînbûn ku, di encama xebatên Meclîsên Gel de niha pirsgirêka “ard” çareser kirine. Li taxên Kurdan koçkirin nîne, beriya vê ji ber sedema pevçûnan ji taxên din Kurdan koçî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê kiribûn.
HELEB