Piştî ku hêzên rejîmê ketin Maret El-Numan, îca hêzên rejîmê li aliyê rojavayê Helebê şerê xwe bi çeteyên dewleta Tirk re mezin kir.

Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku îro (doh) hêzên girêdayî rejîmê li herêma Raşîdîn a gundewarên rojavayê Helebê, bi moşekan karwanekî leşkerî yê dewleta Tirk kir hedef.

Di êrişê de agir bi erebeyeke leşkerî ya dewleta Tirk ket. Lê heta niha agahiyên der barê kuştî û birîndaran de tineye..

SOHR`ê sêşemê ragihandibû ku kerwanê leşkerî yê dewleta Tirk ku êvarê derbasî erdên Sûriyê bûye, bi zanabûn li depoyên başûrê bajarokê Seraqib ê gundewarên rojhilatê Idlibê bi cih bûye. Tê texmînkirin ku hêzên dewleta Tirk li depoyan nuqteyeke leşkerî ya nû ava bike.

Piştî vekişîna çeteyên dewleta Tirk ji bajarok, hêzên rejîmê bajarokê Maret El-Nûman ê stratejîk bi dest xist. Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan doh bi devkî êrişî Rûsyayê kir û wiha got: “Tiştekî bi navê pêvajoya Astanayê nemaye. Eger hewce bike, em ê navika xwe bi destê xwe bibirrin.”

 

 ANHA/NAVENDANÛÇEYAN