
Komên hêzên taybet ên ser bi QSD´ê, doh bi operasyoneke nedîtî, li Reqayê qederê 450-500 sivîlî ji mirinê xilas kirin. Li aliyê din di encama şerên dijwar de şervanên QSD´ê li navenda bajêr xwe gihand mizgefta Etîq û gelek çete jî di şer de kuştin.
450 -500 sivîlên ku li taxa El-Teyar a bajarê Reqayê di çemberê de mabûn bi destê komên taybet ên rizgarkirina sivîlan ên girêdayî QSD`ê, hatin rizgarkirin. Endamên van koman bi şerekî dijwar û di bin guleyên qenasên sekvanên çeteyên DAIŞ`ê de sivîl ji mirine rizgar kirin. Hinek ji wan sivîlan ji aliyê sekvanên çeteyên DAIŞ`ê ve hatibûn birîndarkirin, şervanên QSD`ê jî ew sivîlên birîndar rakirin navendên tenduristiyê ku ji bo sivîlan hatine amadekirin. Li gorî agahiyên sivîlên rizgarkî dane, ev mehek e ku çeteyên DAIŞ`ê ew ji bo xwe weke mertalên zindî didan bikaranîn û ew di aliyê derûnî û tenduristî de di rewşeke nebaş de bûn.
Çeteyên DAIŞ`ê 600 sivîl li taxa El-Teyar de asê hiştibûn. Destûr nedidan ku ew sivîl xwe bigihînin herêmên rizgarkirî û ew weke mertalên zindî bi kar dianîn.
Derbên QSD'ê giran dibin
Li aliyê din şervanên QSD′ê pêşveçûna xwe li her çar aliyên bajarê Reqayê didomînin. Li eniya rojhilat, nexasim li taxa Kevin, şervan gihîştin derdora mizgefta Etîq a dîrokî .
Di encama şerî de ku li vê taxê rû da, nêzî 11 çeteyên DAIŞ′ê hatin kuştin û erebeyên ku doçka li ser hatin rûxandin. Her wiha 5 çeteyên xwekuj êrîşî nuqteyên şervanan kir. Du çete ji wan hatin kuştin, 3 çeteyan jî xwe teqand. Di nava vî şerî de şervanekî QSD′ê birîndar bû û sekvanekî çeteyan hat kuştin.
Li taxa Rewda ya li bakur rojhilat û li taxa Yermûk a li rojavayê bajêr jî, şerekî dijwar rû dide. Her wiha bipêşveçûna şervanan li taxa Hîşam Bin Ebdulmelik a dikeve başûr rojhilatê bajêr, didome û li eniya paş gelek mayînên çeteyan hatin bêbandorkirin.
ANHA/REQA