Dewleta Tirk a înkarker û qirker 23ʼê Hezîranê êrişî gundê Helincê yê Kobanê kir û di encamê de 3 jin şehîd bûn. Yek ji şehîdan endama Koordînasyona Kongra Starê ya Herêma Firatê Zehra Berkel bû. Kongreya Starê nerazîbûna xwe diyar kir û armanca dewleta Tirk a ji bo qirkirina Kurdan bi bîr xist û got, hedef têkbirina rêxistiniya jinê ye. Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê jî ji êrişî Rûsya berpirsiyar dît. Dewleta Tirk a înkar û qirker, bi balafirên bê mirov ên bi çek, êriş bir ser gundê Helîncê yê Kobanê. Di êrişê de 3 jinên sivîl şehîd bûn. Di êrişa dewleta Tirk de yek ji kesên şehîdbûyî ji Koordînasyona Kongra Star a herêma Firatê, Zehra Berkel e. Şehîdên din jî Emîne Weysî û Hebûn Mele Xelîl in. Cenazeyên her sê şehîdan îro têne veşartin. Jinên Qamişloyê doh xwepêşandanek pêk anîn û bang li rêxistinên navneteweyî kirin. Jinan xwest dewleta Tirk were cezakirin. Xwepêşandêran bi rêya dirûşmeyên xwe banga lêpirsîna artêşa Tirk a dagirker li ser sûcên wê yên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, her wiha berxwedana ku jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tînin, silav kir. Kongreya Star: Rêxistiniya jinê bû hedef Koordînasyona Kongreya Starê nerazîbûna xwe ya ji êrişê bi daxuyaniyekê diyar kir û got, “Beriya niha îstîxbarata Tirkiyê li Parîsê jinên şoreşger Sakîne Cansîz û hevalên wê kirin hedef. Dîsa li Bakurê Kurdistanê Sêvê û hevalên wê kirin hedef. Vê carê Zehra û hevalên wê li Kobanê kirin hedef. Li vir a bûye hedef xebatên rêxistinbûyîna jinê ne." Di dewama daxuyaniyê de tê destnîşan kirin ku armanca sereke ya dewleta Tirk qirkirina gelê Kurd û tinekirina hebûna wî ye û tê gotin, “Rûsya bi erka xwe ranebûye. Çawa dewleta Tirk li herêmekê êriş dike û haya Rûsyayê jê nîne." Rûsya ji êrişê berpirs e Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê bang li Rûsya û DYE'yê kir da ku li dijî êrişên Tirk ên li ser sivîlên Bakur-Rojhilatê Sûriyê sînorekî deynin. Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê êrişa terorîst a Tirk a li dijî gelê Kobanê şermezar kir, berpiryariya Rûsyayê ya ji vê êrişê bi bîr xist. Rêveberiyê got, li gorî lihevkirina beriya bi 7 mehan, Rûsya ji ewlehî û aramiya herêmê berpirs e. Rêveberiyê bang li Rûsyayê kir ku xwedî li berpirsyariya xwe derkeve û li dijî êrişên terorê yên Tirk ên li dijî gelê Bakur-Rojhilatê Sûriyê bi berpirsyariya xwe rabe. Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê her wiha bang li DYE'yê û Koalîsyona Navneteweyî jî kir da ku bi rista xwe rabin, di çarçoveya lihevkirina elaqedarî herêma Bakur-Rojhilatê Sûriyê de ya di navbeyna DYE û dewleta Tirk de pêk hatî, êrişên Tirk asteng bikin.

Sê şehîdên Kobanê

Zehra Berkel a 33 salî li Kobanê hatiye dinê. Fakulteya Hiqûqê li bajarê Helebê xwendiye û ji malbateke welatparêz e. Destpêka sala 2013’an ji bo ku di tevgera azadiya jinê de cihê xwe bigire, tevlî nav xebatên mala jinê dibe. Piştre ew di Heyva Sor a Kurd de xebitî. Piştî wê di Dîwana Meclisa Gel a Kobanê de cihê xwe girt. Wê demekê hevserokatiya Şaredariya Gel a Kobanê jî kir. Piştî xebata li şaredariyê, ew bû hevseroka Desteya Edaletê ya Kobanê. Di pey wê re, Zehra weke endama Koordînasyona Kongreya Star a Herêma Firatê sala 2018’an hat xelatkirin, ji ber ku di oxira azadî û dîtina çareyan ji pirsgirêkan re xebitiye û jin bi rêxistin kirin. Şehîda sivîl Emîne Weysî ya 55 salî ji gundê Helincê yê başûrrojhilatê Kobanê ye û dayika 5 zarokan e. Hebûn Mele Xelîl jî ji rêveberiya Kongra Star a Herêma Firatê bû. Emîne Weysî bi kesayeta xwe ya welatparêz dihat nasîn, tev li tevahî çalakiyên jinan dibû, tevahî enerjiya xwe dabû doza Kurdî û bidestxistina mafên jinan.

Dewleta Tirk guh nade peymanan

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyaniyek da û di çarçoveya kuştina sê jinên Kurd li Helincê de got, ”Tirkiye hîn jî hiqûqa navneteweyî û peymanên 17’ê Cotmehê û 22’ê Cotmehê binpê dike, ku ew peyman bi piştgiriya Alîkarê Serokê DYE’yê Mîke Pence û Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ve hatin amadekirin û şertên ji bo rawestandin êrişên dewlet Tirk ên li ser herêma me destnîşan dikir.” Ebdî bi taybetî got, rawestandina polîtîkayên bi armanca qirkirinê û binpêkirinên Tirkiyeyê, di çarçoveya peymanên Cotmehê û hiqûqa navneteweyî de wezîfe û berpirsyariya Amerîka û Rûsya ye. NAVENDA NUÇEYAN