Di çalakiyê de wêneyên siyasetmedarên hatin darvekirin hatin hildan û Hevseroka TEV-DEM'ê Sînem Mûhammed, Hevserokê Meclîsa Gel a Fînlandiyayê, nûnerê PJAK'ê yê Fînlandiyayê û nûnera YJRK'ê axaftin kirin.

Hevseroka TEV-DEM'ê Sînem Mûhammed di axaftina xwe de diyar kir ku rejîma Îranê bi darvekirinan re nikare tiştekî bi dest bixe û destnîşan kir ku her rejîmên serî li darvekirinan dide, taliyê dawiya xwe amade dikin.
Sînem Mûhammed ragihand ku di şûna polîtîkaya darvekirinê de divê Îran bi mûxatabgirtina tevgera Kurd re pirsgirêkan çareser bike û zanî ziman ku bi zîndakirina rojnamevan, siyasetmedar û rewşenbîran, bi îşkence, zilm û hewldanên şikandina vînê re gelê Kurd teslîm nayê girtin. Mûhammed da zanîn ku ev nêzîkatî li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ji aliyê rejîma Baasê ve jî hatiye ceribandin lê belê ti encam bi dest xistiye. Mûhammed destnîşan kir ku bi darvekirinan re Îran nikare bigihêje encamê.
Sînem Mûhammed da xuyakirin ku têkoşîna azadiyê ya Kurd a li Rjhilatê Kurdistanê û Kurdên li zîndanên Îranê li ber xwe didin, zîndan veguherandine navendeke berxwedanê û anî ziman ku divê tavilê Îran vê polîtîkaya xwe ya darvekirinê biterikîne û girtiyên siyasî serbest berde.
Piştre li ser navê PJAK, YJRK û Meclîsa Gel a Fînlandiyayê axaftin hat kirin û hat ragihandin ku bi polîtîkaya darvekirinê re rejîma Îranê nikare encamekê bi dest bixe. Axaftvanan destnîşan kirin ku gelê Kurd xwe xwedî li bîranîna şehîdên xwe derkeve û têkoşîna azadiyê di her şert û mercî de bilind bike.
Di mîtîngê de ku timî dirûşmên "Şehîd Namirin", "Bila dawî li darvekirinan bê, ji girtiyên siyasî re azadî" û "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn de bi zimanên Fînî û Îngilîzî belavok hatin belavkirin. 

HELSÎNKÎ