Di navbera çeteyên dewleta Tirk û hêzên rejîmê de li Til Osman û El-Bane yên bejahiya bakurê Hemayê û herêmên başûrê Idlibê şerekî dijwar rû dide. Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku çeteyan 220 bombe li bejahiyên Hema û Idlibê barandine. Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê, topbaranên hewayî li dijî herêmên Hibêt, Kefer Sicne û derdorên wê yên başûrê Idlibê, Termela, Hirş El-Qesabiyê, Meret Herme, Meret El-Nuiman, gundê El-Seyad, Sermaniyê, Kinsefra, Kefer Nebode, Kebane, Abdîn, Mereyan, Kefer Zîta, Besamês, Kefer Uwêd û rojhilatê Idlibê pêk hatin. Li aliyekî din jî balafirên Rûsyayê herêmên Heleb, Hema û Idlibê ji doh vê topbaran dikin. Balafirên şer bi çekên giran herêmên derdora Meret El-Nuimanî Has, Kefer Nibul, Kersea, Meret Hermê, Hibêt û Kinsefre yên başûr û başûrê rojavayê Idlibê kirin hedef. Her wiha derdora Kefer Zîta ya bejahiya bakurê Hemayê jî hate topbarankirin. Herêmên Idlib û bejahiya Hemayê ji doh ve rastî bombebaranên dijwar hatin.

 

IDLIB