Ji xwe li Sûriyeyê her ku komên çekdar ên İslamiyên radîkal zêde dibin aloziya li vî welatî zêdetir dibe û welat ber bi şerekî navxweyî ve tê kişandin. Di vir de destê gelek aliyan heye. Hin komên çete ji alî rejîma Sûriye bi xwe tên destekirin da ku rewşê ber b işerê navxweyî ve bibe û ji aliyekî din ve welatên wekî Tirkiye jî piştgiryê dide hin komên çekdar û karên çetetiyê bi wan dide kirin da ku rewşa aram a bajarên kurdan têk bibe.
Tevî komek ji van çeteyên ku êrîşî Serêkaniyê kirin ên bi navê Cebhet el Nusra ji alî Amerîkayê wekî rêxistineke terorê hate binavkirin lê dîsa jî ew ji aliyê Tirkiyeyê ve li dijî kurdan tên bikaranîn.
Ji aliyekî din ve komên çekdar li Şamê welatiyek kurd revandin û piştî 5 rojan malbatê cesedê kurê xwe di nexweşxanekê de dîtin. Welatiyeke kurd bi navê Hesen Xelef ku ji bajarê Qamışloyê li Şamê hatiye revandin û bi işkenceyê hatiye kuştin. Welatiyê Kurd Ehmed Hesen Xelef ji ayîkbûyê 1955 ji gundê Topiz ya ser bi bajarê Qmişloye û bavê 6 zarokane li Şamê jibo xwedîkirina malbata xwe karkerî dikir.
‘Helwesta DYA'yê ecêb e'
Wezîrê derve yê Rûsyayê ragihand ku Amerîkayê bi naskirina ‘Itîlafa Niştimanî ya hêzên muxalefeta Sûriyê’ wekî hêzeke rewa ya berdevê gelê Sûriyeyê biraya leşkerîkirina muxalefetê daye.
Di civîneke rojnamevaniyê de piştî hevdîtinên bi wezîrê derve yê Slovakyayê Meroslav Latchik re Sergeî Lavrov diyar kir ku naskirin û mukurhatina Washingntonê bi Itîlafa Niştimanî ya sûrî ya hêzên muxalefetê, peymana Cinêvreyê binpê dike.
Laverov got: “Ez bi nûçeya ku Amerîkayê bi zimanê serokê wê Itîlafa Niştimanî ya Sûrî wek nûnerê rewa yê gelê Sûriyê naskiriye, veciniqîm.”
Wezîrê derve yê Rûsyayê dubare kir ku mukirhatina Amerîkayê bi Itîlafa Sûriyê re berovajî peyannameya Cinêvreyê ye ku pêwîste bi diyalogek berfereh di navbera nûnerê hikûmetê û muxalefetê de bê amadekirin û tê wê wateyê ku Amerîka pişta xwe bi serkeftinên leşkerî yê muxalefetê ve girê daye.
ŞAM