Nayê zanîn ku Dêra Latîn ku li navçeya Sûrê ya Amedê ye ji aliyê kî ve û di kîjan salê de hatiye çêkirin û dêr ji sala 1934'an heta niha wekî Dibistana Seretayî ya Suleyman Nazîf tê bi kar anîn. Ev yek jî nêzîkatiya dewletê ya li hember baweriyan cuda nîşan dide. Dêra dîrokî hatiye guhertin, ji ber ku boyaxkirine mîmariya dîrokî hatiye texrîbkirin. Me xwest em der barê mijarê agahiyan, ji rêvebirê dibistanên ermeniyan û yek jî jê avakarê HDP'ê Garo Paylan bigirin. Paylan wiha got: "Di sala 1915'an de nîvê Amedê ji ermenî û suryaniyan pêk dihat. Di sala 1915'an de mîrateya dîrokî an tune kirin an jî guherandin. Berê 200'î zêdetir dêr hebûn lê niha tenê 2-3 dêr mane. Xwezî li ser dibistanê tabelaya 'Berê ev der dêr bû, lê niha wekî dibistan tê bi kar anîn, ev mîrate ji hembajariyên me ji me re maye' daliqandina. Bi vî rengî rêz bigirtana wê demê wateyeke wê dibû."
'Ev şerma dewletê ye'
Şaredarê Sûrê Abdullah Demîrbaş anî ziman ku divê li hember baweriyên cuda rêz bê girtin û wiha axivî: "Li gorî ola îslamê li hember hemû bawerî û cihên ku îbadet lê tên kirin, divê rêz bê girtin. Feraseta Tirkiyeyê ya yek li hember gelên cuda rêz negirtiye, her wiha li hember baweriyên cuda jî rêz nagire. Ger ev dêr veguherandibin dibistanê, ev şerma dewletê ye. Li gorî min divê baweriyên cuda bi hev re bijîn. Girîng nîne ku cemaet li vir bimînin an jî nemînin." Midûrê Dibistana Seretayî ya Suleyman Nazîf diyar kir ku der barê mijarê agahî nade. Rêvebirên Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî jî îdia kirin ku agahiya wan nîne ev der berê dêr bû.
DÎHA/AMED