
Sekerterê Partiya Demokratîk Kurdî Sûrî Cemal Şêx Baqî da zanîn ku divê hêzên Kurd li hember êrîşên li dijî gelê Kurd yekîtiya xwe ava bikin û Kongreya Neteweyî ya Kurdistanî li dar bixin.
Şêx Baqî destnîşan kir ku pêşketinên ku li herçar parçeyên Kurdistanê rû didin lidarixistina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ferz dike û wiha pê de çû:″Lidarxisitina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanî erka hêzên Kurdistanî ye. Di vê dema ku li herçar parçeyên Kurdistanê pêşketinên nû rû didin, taybet piştî êrîşên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd. Ji aliyekî ve ve jî rewşa ku Başurê Kurditanê tê re derbas dibe û pêşketinên bi lez ên ku li Rojhilata Navîn derdikevin holê, lidarxistina Kongreya Kurdistanî girîng e.″
Derbarê astengiyên ku li pêşberî lidarxisitna Kongreya Neteweyî ya Kurdistanî derdikevin, Şêx Baqî ev tişt anî ziman:″Hin aliyên siyasî yên Kurd ji ber ku li pey berjewendiyên xwe yên partiyetî yên tengin û bi hêzên derve ve girêdayî ne. Ev yek li pêşiya lidarxistian Kongreya Neteweyî ya Kurdistanî dibe asteng. Divê ev aliyên siyasî dûrî berjewendiyên xwe yên teng bikevin, yekîtiya xwe ava bikin û bi vê yekê bersiv bidin êrîşên dijminên gelê Kurd.″
DIRBESIYÊ