
3 pêşniyarên girîng
Ocalan di vê mijarê de jî wiha got; “Di pêvajoya ku Tirkiye û herêm ber bi rizgarî û avakirina komarekî demokratîk ve diçe kî dibe bila bibe ku bikeve nava hesabên teng yên hilbijartinan, pêşketinên demokratîk paş bixwe, wê ji bo şer û mercên jiyan kirina kaos û pevçûnan vexwendinekî bide çêkirin. Ji bo çareseriyekî demokratîk a mezin sê ling giringe: Di destpêka van de; zemînekî zagonî û çerçeveyekî hûquqî tê. Dûwemîn jî; ji bo mûzakereyekî ku aliyên wê neyê fikirîn, alî û statuyên di nava vê çerçeveyê de pêwiste bêne danasîn. Sêyemîn jî; Pêwiste desteyekî şopandin yan jî heyetekî hakeman bikeve nava pêvajoyê. Ji bo însiyatîf û berpirsiyariyên min ên di vê pêvajoyê de, fikrên min ên ku di derbarê aştî û avakirina komarekî demokratîk a nû de ku ez bikaribim fikrên xwe ji raya giştî a Tirkiyê re rabigehînim, pêwiste çapemenî û peywendiyên din û pêwistiyên temasî bi temamî pêk bên.”
Hilbijartinên herêmî
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hemû namzetên ku di hilbijartinê de erk digirin û hêzên demokratîk re serkeftinê xwest û wiha got;”Ez di sala nû de di serî de ji bo gelê me û tevayê mirovahiyê bibe sala aştî, azadî û demokrasiyê dixwazim û temennî dikim. Bi vê boneyê ji bo Roboskî û tevayê malbatên din, nexweşên girtî, jinan re û ciwanan re û hemû girtîgehan re silavên xwe yên teybet dişînim.”
Mandella stêrkek bû diberiqî
Ocalan ji ber wefata Mandella xemgîniya xwe anî ziman û wiha got: “Li gel Mandela girêdayînekî me a bi hevre a ji dil hebû. Ji ber hişarî û girêdana wî a li hemberî gelê Kurd di dilê me de jî hiştibû ku li hemberî wî rêzdarî û girêdayinekî mezin a pêşber dabû çêkirin. Mandala stêrekî bû ku gelê Efrîqa rûnî dikir, stêrkekî di birîqî bû. Em jî wê hewlê didin ku ew stêrka di biriqî li ser gelên Rojhilata Navîn bidîn beriqandin.”
DÎHA/STENBOL