Endamê mekteba siyasî ya Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê Hîwa Seyîdselîm diyar kir ku nabe hin aliyên Kurd bikevin bin bandora helwêsta dijminanane ya dewleta Tirk a li dijî Kurd û got: “Wê hemû hewldanên Erdogan û hevalbendên wî yên li dijî YPG’ê têk biçin. Biryara dayîna çekan a ji bo YPG’ê tenê ne biryareke leşkerî ye lê belê biryareke siyasî ye. 

Dijminatiya Erdogan ya li dijî Rojavayê Kurdistanê û hevkariya hinek aliyên siyasî yên Kurd ya bi Erdogan û AKP’ê re dibe sedema nerazîbûna ya gelek partiyên Başûrê Kurdistanê.

Endamê mekteba siyasî ya Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê Hîwa Seyîdselîm di derbarê biryara bi çekkirina YPG’ê de û nerazîbûn dewleta Tirk û hin aliyên siyasî yên li dijî vê yekê de axivî û got: “Cihê rexneyê ye ku hin aliyên Kurd dikevin bin bandora dewleta Tirk ya dijminatiya gelê Kurd dike.”

 Ne tenê biryareke leşkerî ye

Hîwa Seyîdselîm anî ziman ku pêwîst e destkeftiyên YPG'ê nebin qurbanê hizbîtiyê û got: “Divê ev destkeftiyên YPG bi dest xistine nebin qurbanê nakokiyên di navbera partiyên Kurd de û ev destkeftî ji dest neçin. Dijminatiya dewleta Tirk ya li dijî Kurdan di wê astêde ye ku dibêje, bila Emerîka çekan nede YPG’ê da ku DAIŞ tine nebe." Seyîdselîm balkêşa ser serdana Erdogan ya ji bo Emerîkayê jî û got: “Divê herkes bizane ku hemû hewldanên Erdogan û hevalbendên wî yên li dijî YPG’ê wê bisernekevin û pûç bibin.”

Seyîdselîm axaftina xwe wiha bi dawî kir: “ Biryara dayîna çekan ya ji bo YPG û Hêzên Suriyeya Demokratîk tenê biryareke leşkerî nîne, biryareke siyasiye jî. Ezmûna Rojavayê Kurdistanê hiştiye ku ev gav were avêtin.”


HAWRÊ KIRÊKAR / ROJNEWS / GERMIYAN