Ji bo civîna li dijî dagirkeriyê serokatiya parlamentoya herêma Kurdistanê bersiva parlamenteran nedaye.
Tevî ku 13 roj li ser daxwaza 15 parlamenterên Herêma Kurdistanê ya ji ku parlamentoya Herêma Kurdistanê li ser mijara dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê de bicive, lê hîn serokatiya parlamentoya Herêma Kurdistanê bersiva parlamenteran nedaye.
Divê îro bersiv bide
Roja 4’ê Tîrmehê 15 parlamenterên ji komên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK), Tevgera Nifşê Nû (Neweyê Niwê), Tevgera Goran, Komeleya Îslamî ya Kurdistanê û Yekgirtû ya Îslamiya Kurdistanê bi daxwaznameyekê daxwaz ji serokatiya Parlamentoya Herêma Kurdistanê kirin ku parlamento li ser êrîş û dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê bicive.
Tevî ku 13 roj derbas bûn jî hîn Serokatiya Parlamentoyê bersiva daxwaza wan nedaye. Li gorî rêziknameya navxweyî ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê divê serokatiya parlamentoyê heta 14 rojan bersiv bide û dema rûniştinê diyar bike. Ji bo bersiv were dayîn tenê yek roj maye.
Ti sedem nîşan nedaye
Parlamenterê Tevgera Nifşê Nû (Neweyê Niwê) yê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Sîpan Amêdî ku yek ji parlamenterên îmzeya xwe daniye binê daxwaznemeyê got;”Heta niha têkildarî rûniştina parlamentoyê bersiva daxwaza me nehatiye dayîn. Ji aliyê serokatiya parlamentoyê ve ti sedem nehatiye nîşandan û ev jî bûye cihê pirsyaran ku çima mijarek weke vê girîng ku xelkê sivîl bûne qurbanî û gund wêran bûne, lê serokatiya parlamentoyê bêdeng e.”
Amêdî bal kişand ziyan û zerara ku ji ber bombebaran û êrîşên dewleta Tirk digihî Başûrê Kurdistanê û wiha domand;”Êrîş û bombebaranên dewleta Tirk bûne sedema wêranbûna sedan gund û şehîdbîhan dehan welatiyan. Me jî daxwaz ji serokatiya parlametoyê kir ku civînekê pêk bîne û sedema van êrişan lêkolîn bike. Lê, heta niha bersiva me nedaye.”
Berjewendiyên aborî asteng in
Parlamentoya Herêma Kurdistanê di sala 2003’an de biryara jimara 37’an ji bo derxisitna artêşa Tirk li ser xaka Başûrê Kurdistanê da, li ser vê mijarê Sîpan Amêdî got;”Berjewendiyên aborî ya hizbên desthilatdarên Herêma Kurdistanê ên li gel Tirkiyeyê wiha kiriye ku heta niha biryar pêk neyê.”
BERHEM LETÎF / ROJNEWS/HEWLÊRHêvî ji kabîneya nû tineye
Mamostayê Zanîngeha Selahedîn Dr. Read Refet bal kişand ser bernameya kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê û got:”Em nikarin zêde hêviya xwe bi kabîneya nehem ya hikûmetê ve girê bidin, ji ber ku heya niha ti sozek nedaye parlementeran ji bo bicîhanîna tu projeyekê, herwiha hinek ji wezîrên vê kabîneyê bi gendeliyê têne sucdarkirin.
Kesên ku vê hikûmetê birêvedibin, divê bixwe pak bin. Divê ne gendel bin, ji berku niha em dibînin hinek ji wan gelek gendelin. Herwiha çar pênc wezîr bi gendeliyê tên sucdarkirin, di vê kabîneyê de bûne wezîr. Ji bona wê em nikarin zêde hêviya xwe bi vê kabîneya nû girêbidin.”
HEWLÊR/ROJNEWS