Girseya gel pankarta bi nivîsa “Dîwarê şermê wê bibe sembola dijminahiya li hemberî Kurdan, em rê nadin dîwarê şermê”, “Kurd dîwaran bikin toz” û “Rahêjin dîwarên xwe biçin” vekir. Girseyê dirûşmên “Nisêbîn-Qamişlo yek ax e”, “Ser xet bin xet Kurdistane” berz kirin.
Em sînor û dîwaran naxwazin
Ligel dorpêçî û hewldanên astengkirinê yên polîsan jî girseya gel xwe gihand ser sînor û Serokê BDP’a Mêrdînê Reşat Kaymaz li vir daxuyanî da. Kaymaz diyar kir ku ew ê rê nedin dîwar û got: “Em hikûmeta AKP’ê hişyar dikin, bang dikin ku dest ji van polîtîkayên xwe yên qirêj berde. Çêkirina dîwar, gaveke ji bo jiholêrakirina ‘pêvajoya çareserî û diyalogê’ ye. Bedêla wê çi dibe bila bibe gelê Kurd dê li dijî vî ‘dîwarê şermê’ li ber xwe bide.”
Kaymaz ragihand ku ew li Kurdistanê ne sînor ne jî dîwar naxwazin û got: “Qamişlo-Nisêbîn, her çar perçeyên Kurdistanê ji bo me bi heman rengî ne. Kurdistan yek perçe ye, hemû gelên li Kurdistanê dijîn, Kurdistanî ne.”
Kaymaz bang li gelê Nisêbînê kir ku li dijî dîwar raweste û anî ziman ku ew ê di rojên pêş de çalakiyên girseyî lidar bixin. Kaymaz ragihand ku çalakiya destpêkê dê di 20’ê cotmehê roja Yekşemê de pêk were û got: “Em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku roja Yekşemê saet di 14:00 de beşdarî meşê bibe.”
Piştre Parlamenterê BDP’ê yê Mêrdînê Erol Dora mafê axaftinê wergirt û bal kişand ser astengiyên polîsan ên li pêşberiya daxuyaniya çapemeniyê û got: “Mafê kesî nîne ku mafê gelan ên çalakiyên demokratîk, bi van rê û rêbazan asteng bike.”
Em van sînoran nas nakin
Dora da xuyakirin ku di rewşeke ku pêvajoya çareseriyê ji gelan ewçend piştgirî wergirtiye de, afirandina atmosfereke bêbaweriyê ya li nava mirovan, dê zirarê bide pêvajoyê û xwest, çêkirina dîwar tavilê bê rawestandin.
Endamê Meclîsa Timî ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Osman Ozçelîk jî li hemberî anonsên jenderme û polîsan ên digotin, “Ev qad qada leşkerî ye. Qadeke mayinkirî ye. Qedexeye hûn li hev kom bibin” nerazîbûn nîşan da û got: “Di nava du bajarên Kurdistanê herêmeke leşkerî û qedexe ava kirine. Em van qadan nas nakin. Em van sînoran nas nakin.”
Piştî daxuyaniyê girseya gel li dijî ‘dîwarê şermê’ dîwarê mirovahiyê ava kir. Piştre bi awayekî sembolîk kevir avêtin dîwêr û çalakî bi dawî bû.
MÊRDÎN