Mamosta û karmendên perwerdeyê li ser giringiya yekitiya neteweyî peyivîn. Mamoste û karmendan bang li tevahiya gelê Kurd kir da ku li hemberî êrişên dijmin yekitiya xwe ava bikin. Wan her wiha diyar kir ku pêwîst e perwerdeyek baş were dayîn û civak bê hişyarkirin.
Dibe sedema qûrbûna pirsgirêkan
Mamosta Cemal Ebdula bal kişand ser nebûna yekiya neteweyî ya dinava Kurdan de û got; “Di rastiyê de yekitiya Kurdan nîne. Ji berê ve pêşbaziya siyasî di nava Kurdan de heye û ew her ku diçe dibe sedema kûrbûna pirsgirêkan. Wisan diyar e ku ti aliyek li hev nak û pirsgirêkên wan li ser desthilatdarî û berjewendixwaziyê ye. Diviyabû Kurdan ji bûyerên kevin ders derxistibana. Ji ber ku ji bilî pirsgirêkên me yên navxweyî, her çar aliyê me bi dijmin û dagirkeriyê hatiye dorpêçkirin. Hemû hewldanên wan ji bo tinekirina me ne. Ji bo vê divê em hemû li hemberî dijmin yek bin û têkoşîna me ji bo xizmeta civakê be.”
Kurd divê bibêjin divê em yek bin
Karmendê bi navê Aras Mihemed yê li perwerdeye Helebce kar dike jî, êrişên dewleta Tirk yên li dijî gelê Kurd bi bîr xistin: “Di rastiyê de em hemû Kurd niha jî di bin zilm û zordariya welatên cîran de ne. Ev jî bûye sedem ku welatên din zexta zêde bikin. Mînak jî êrişên dewleta Tirk yên li dijê axa Başûrê Kurdistanê ye. Tirkiye dixwaze xwe serdest bike û dixwaze xeyala Osmaniyan zindî bike. Li hemberî êrişan yekitiya neteweyî pêwîst e, pêwîst e êriş bibin sedem ku Kurd bibêjin, divê em yek bin û têkoşînê bilind bikin.”
SILÊMANÎ/ROJNEWS