Li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê ligel bertekan Bendava Ilisuyê ku tê çêkirin û li ser riya diçe bendavê vê carê jî “kulubeyên ewlehiyê” li ser eraziyên welatiyan çêdikin. Rêxistina DBP’ê ya navçeyê û Dayîkên Aştiyê ev yêk şermeraz kirin. Piştî şevê din li navçeyê bi meşekê “kulubeyên ewlehiyê” hatin şermezarkirin welatiyan li herêmê heya serê sibê nobet girt. Li ser navê welatiyan Berdevka Meclîsa Dayîkên Aştiyê Hatun Oguz axivî û diyar kir ku heya çêkirina “kulubeyên ewlehiyê” rawestînin, dê çalakiyên xwe bidomînin.
Oguz da zanîn ku bi HES û bendavan gund û zeviyên wan tune kirin û wiha got: “Ligel van li her alî qereqol, qeleqol û herî dawî kulubeyên ewlehiyê hatin çêkirin.Hikûmet behsa pêvajoya çareseriyê û aştiyê dike lê derewan dike. Heke ya hikûmet ji pêvajoya çareseriyê fêmkirî çêkirina qereqol û kulubeyên ewlehiyê be em wê pêvajoyê nasnakin. Niha bax û baxçeyên me tune dikin. Berê em tena serê xwe diçûn zeviyan lê niha tu ewlehiya me nemaye û her qadê leşker lêhatine bicihkirin.”
‘Bendav projeya qirkirinê ne’
Hevşaredara Kerboranê Zeynep Sîpçîk jî bal kişand ser armanca bendavên li Kurdistanê tên çêkirin û wiha got: “Bendava hewildana tecawiza çandî ye. Şîdeta di salên 90’î de li hemberî Kurdan pêkhatî û bendavên niha tên çêkirin jî heman tişt in. Yanî ev projeyên qirkirinê ne. Cihên bendav lê tên çêkirin piranî cihên dîrokî ne. Mînak Heskîf bajarê dîrokî ye û bi bendavê di bin avê de dihêlin. Ev yêk qirkirina çandê ye.” Nobet bi staranan berdewam dike.
DÎHA/MÊRDÎN