Meclîsa Leşkerî ya Cerablusê dagirkeriya hêzên Tirk ji Cerablusê re şermezar kir û bang li şêniyan kir ku ji bo rizgarkirina bajar, destekê bidin wan. Berdevkê Fermî yê Meclîsa Leşkerî ya Cerablusê Elî Heco û Cîgirê Fermandariya Meclîsê Mihemed El-Elî, derbarê dagirkeriya Hêzên Tirk ji Cerablusê re û helwesta Meclîsê nirxandin.


‘Em dagirkirina bajarê xwe qebûl nakin’

Heco got ku ew dagirkirina bajarê xwe qebûl nakin û ev tişt gotin: “Em dagirkirina bajarê Cerablusê ji aliyê hikûmeta Tirk a tarî ve qebûl nakin. Ji ber ku em baş dizanin ku AKP’ê dixwaze ku bajarê me dagir bike. Em vê dagirkeriyê û vê binpêkirina serweriya axa Sûriyê, şermezar dikin. Ji bo ku em bajarê xwe û gelê xwe rizgar bikin, ji li ser milê dikeve, em ê bikin.”


‘Em azad dijin û em ê azad bimrin’

Berdevkê Fermî yê Meclîsa Leşkerî ya Cerablusê Elî Heco di dawiya axaftina xwe de jî bang li hemû şêniyên Cerablusê kir ku ji bo rizgarkirina bajarê xwe ji dagirkeriya hikûmeta Tirk tevlî Hêzên Melîsa Leşkerî ya Cerablûsê bibin û got: “Em azad dijin û em ê azad bimrin.”


‘Ev du sal in em li vê derê ne’

Di heman çarçoveyê de jî Cîgirê Fermandariya Meclîsê Mihemed  El-Elî jî got ku ew li benda dema guncaw a ketina Cerablusê ne û ev tişt gotin: “Me tabûrên ku ji şêniyên Minbicê bi xwe pêk tên, ava kirin. Van kesan di gelek şerên li hember çeteyan de cih girtine. Em  niha li eniya rojhilatê Cerablusê û rojhilatê Çemê Firatê ne. Ev du sal in em li vê derê ne. Em li benda dema guncaw in ku em karibin, bikevin bajarê xwe Cerablusê û gelê xwe ji çeteyan rizgar bikin.”


‘Gel banga rizgarkirinê li me dike’

El-Elî got ku şêniyên Cerablus û gundên wê banga rizgarkirinê li hêzên wan kirine û ev tişt go tin: “Ez bi xwe kurê vî bajarî me û hemû endamên meclîsê zarokên vî bajarî û vê herêmê ne. Em amade ne ku bajarê xwe rizgar bikin û li dijî hemû hêzên dagirker rawestin.”


‘Me dengê tu çekan nebihîst’

El-Elî bal kişand ser lihevkirina di navbera hêzên dewleta Tirk û çeteyan wekî şanoyeke bi nav kir û ev nirxandin kir: “Di nava şev û rojekê de hêzên dewleta Tirk ketina nava Cerablûsê. Em hemû dizanin ku li gel çeteyên DAIŞ’ê yên ku li Cerablusê bicih bûne, gelek cureyên çekên giran hene, lê tevî vê yekê me dengê tu çekan nebihîst. Ji ber ku DAIŞ’ê tu bersiv neda derbasbûna hêzên Tirk yên ku derbasî Cerablusê bûn. Ma gelo pêkan e ku bajarek bi temamî di nava du saetan de were rizgarkirin. Ev çeteyên ku ji destpêka şoreşa Sûriyê ve li vî bajarî bicih bûne, çawa di nava du saetan de dikarin bajar radest bikin.”


‘Di hotelan de li ser gelê me hesaban dikin’

El-Elî bang li hemû komên Artêşa Azad yên bi şeref û namûs kir ku neyên lîstokên çeteyên DAIŞ’ê û dewleta Tirk û ev tişt anîn ziman: “Em xwediyên xendekan in. Em ji wan kesên ku di hotelan de rûniştine û li ser hesabê gelê me dijîn, mafdartir in ku em di bajarê xwe de bin.”

Cîgirê Fermandariya Meclîsê Mihemed  El-Elî got ku heta ku ew tevahiya bajarê xwe ji çeteyan paqij bikin, ew ê şoreşa xwe bidomînin. 


 KOBANÊ





‘Tirkiye û DAIŞ li hev kir‘


Fermandariya Giştî ya Meclîsa Leşkerî ya Cerablusê destnîşan kir ku şerê wan li dijî DAIŞ’ê ye, lê ji kû derê tê bila bê, ger ku êrîşek çêbibe, ew ê mafê parastinê bikar bînin.

Fermandariya Giştî ya Meclîsa Leşkerî ya Cerablusê tekildarî dagirkirina Cerablusê û bûyerên dawî daxuyaniyek weşand. 

Daxuyaniyê Meclîsê bi vê rengî bû: “Cerablus bi şanoyeke ku ji aliyê herkesî ve tê dîtin, hat dagirkirin. Ev yek jî bi lihevkirineke berê ya di navbera Tirkiye û DAIŞ’ê de pêk hat. Li gorî vê lihevkirinê DAIŞ’ê bêyî ku yek guleyê jî biteqîne xwe ji herêmê vekişand. Pê re jî bi dehan komên cîhadî yên wekî Ehrar El-Şam, Sultan Murad û Nuredîn Zenkî û hin komên din ku li Helebê bi pêkanînên xwe yên xirap tên nasîn ketin Cerablusê.


‘Em zarokên Cerablûsê ne’

Hêzên me ku hemû endamên wê zarokên Cerablusê ne, beriya destwerdana Tirkiyeyê, hin gundên girêdayî Cerablusê ku dikevin bakûrê Çemê Sacu ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kiribûn. Ji ber ku xeteriya DAIŞ’ê ji vê herêmê dihat, hêzên ev gund rizgar kirin.


‘Şerê me li dijî DAIŞ’ê ye’

Tevî vê yekê jî, em wekî Meclîsa Leşkerî ya Cerablus û Gundewarên wê, careke din eşkere dikin ku şerê me ne li dijî komên ku di demên dawî de ketine Cerablusê û artêşa tirk e. Şerê me li dijî DAIŞ’ê ye. Lê di heman demê de em ê mafê xwe yê parastina rewa bikar binîn. Ji kîjan alî be bila bibe, ger ku êrîşek bi ser me de were, em ê mafê xweparastinê bikar bînin.”