GEVER: Li Navçeya Geverê ya Colemêrgê li taxa Yenî girseya ku li Parka Solin kom bûn, avakirina PKK’ê pîroz kir. Di pîrozbahiyê de rêveberên BDP, MEYADER, TUHAD-FED, Dayikên Aştiyê û gelek welatiyên din amade bûn. Girsê alên PKK, Konfederalizmê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekirin. Di pîrozbahiyê de sinevizyon hat pêşandan. Pîrozbahiyê heta derengê şevê berdewam kir.

COLEMÊRG: Li li taxên Medrese û Biçerê yên Colemêrgê jî girseyên ku li hev kom bûn avakirina PKK’ê bi govend û şahiyekê pîroz kirin. Girseya ku agir vêxist û li ber muzikê govend gerand, alên PKK, KCK û posterên Ocalan rakirin. Girsê di pîrozbahiyê de pankarta “Bi rizgariya demokratîk em jîyana azad ava dikin”, “27’ê Mijdarê cejna berxwedanê silav dikin”, “PKK gele, gel li vire”  “Me ciwan dest pêkir emê ciwan bi qadînin” vekirin. Şahî heta derengê şevê berdewam kir.
GIMGIM: Li gundên Qeremêş û Qereko yên navçeya Gimgimê ya Mûşê jî bi heman armancê şahiyên girseyî hatin lidarxistin. Girseyên ku li gundan li hev kom bûn û goverd gerandin û avakirina PKK’ê pîroz kirin. Welatiyên gundên Rindalya, Siltaşî, Hacîbeg, Hebîba û rêveberên BDP’ê jî tev li pîrozbahiyan bûn. Koma Çandê ya Mordemê jî tev li şahiyê bû û bi stranên xwe girse coşand. Li gir û lûtkeyên dervê gun bi agir nivîsa “Apo” hat nivîsandin.
ŞIRNEX: Li navçeya Hezexê ya Şirnexê jî şahiyek hat lidarxistin. Di şahiyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pankarta “35. sersala tevgera azadiyê bi germahiya şoreşa Rojava pîroz be” vekir û govend gerandin. Şahiyê heta derengê şevê berdewam kir.
MÊRDÎN: Li bajaroka Elfan a Navçeya Stewrê ya Mêrdînê jî bi heman armancê bi hezaran welatî li hev kom bûn û pîrozbahî pêk anîn. Di pîrozbahniyê de rêveberên BDP’ê Hevserokê BDP’a Mêrdînê Reşat Kaymaz û gelek kesên din jî tev li şahiyê bûn. Li vir jî al, poster û pankat hatin vekirin û daxwazên xwe yên parastina mafê gel hat ziman. Pîrozbahî bi muzîk û govendê bi dawî bû.
AYDIN: Li Aydinê jî xwendekaran li Zanîngeha Adnan Menderesê, bi heman armancê bi şahiyekê avakirina PKK’ê pîroz kir. Di pîrozbahiyê de rêveberên BDP’ê jî te li pîrozbahiyê bûn. Li vir jî heman silogan, dowîz, pankart hatin vekirin.

NAVENDA NÛÇEYAN