
Li navçeya Sultangazî polisan mudaxaleyîe girsê kir û welatiyek bi giranî birîndar bû.
STENBOL: Li taxa Demîrkapi ya Bagcilara stenbolê koma ku li Parka Newrozê kom bûn û xwestin 27'ê Mijdarê pîroz bikin rastî mudaxaleya polîsan hatin. Polîsan bi maşîneyên zirxî koma xwest şahiyê pêk bîne dorpêç kir û beyî ku hişyariyê bike mudaxaleyî komê kir. Polisan dema bi bombeyên gazê û ava şit mudaxaleyî komê kir, komê jî bi fîşekên hewayî û keviran bersîv da polîsan. Komê di çalakiyê de wêneyê endamê HPG'ê Cezmî Altintaş (Botan Erdal) ku li navçeya Çelê di şer de jiyana xwe ji dest da daliqandin. Polîsan di mudaxaleyê de Cîhazên deng yên Navenda Çandê ya MED desteser kir û heta serê sibê tax dorpêç kirin.
Li taxa Gazî ya navçeya Sultangazî jî koma ku xwest şahiyê pêk bîne rastî mudaxaleya polîsan hat. Pîrozbahiya li tenişta Mizgefta Ulu pêk hat, rastî mudaxaleya polîsan a ava şit û bombeyên gazê hat. Di mudaxaleyê de polîsan bombeyek gazê avêt mala Suat Ulgen. Di bûyerê de bombeya gazê ku ket hundirê malê li Suat Ulgen ket û Ulgen birîndar bû. Ulken rakirin Nexweşxaneya Silivri Anadolu. Dema Ulgen rakirin nexweşxaneyê biraziyê Ulken Gokhan Ulgen ku refaqetvanî dikir ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin. Di bûyeran de welatiyê bi navê Hakki Pîranoglu hate binçavkirin. 2 welatiyên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Gaziyê.
ŞIRNEX: Li taxa Yeşilyurtê ya Şirnexê jî nêzî 2 hezar kesên kom bûn, 27'ê Mijdarê roja damezirandinia PKK'ê pîrozkirin. Girseya ku di navde rêveberên BDP, meclîsa şaredariyê û nûnerên saziyên sivîl jî hebûn, li ber stranan govend gerandin. Bi hezaran kesên govend gerandin li çepikan dan û bê navber slogana "Bijî Serok Apo" berz kirin. Girsê di pîrozbahiye de posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ala PKK'ê bilind kirin. Komê piştî demekê govend gerand, li Qada Omer Kabak kom bûn û pîrozbahî berdewam kirin. Koma ciwanan li vir rastî mudaxayeya polîsan hatin. Ciwanan jî bi kevir û fîşekên hewayî bersîv da polîsan. Şer û pevçûnê heta derengê şevê berdewam ki. Gelek welatî ketin bin bandora bombeyên gazê.
CIZÎR: Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê çend rojin li ser hev 27'ê Mijdarê bi girseyî tê pîrozirin. Şevê din pîrozbahî bi tevlêbûnek hêj xurtir pêk hat. Pîrozbahiyên ku ji sibê heta evarî li taxan pêk hat, piştî dinya tarî bû bi hezaran kes li Qada Çarkendal a taxa Sûrê kom bûn û 27'ê mijdarê pîroz kirin. Girsê di pîrozbahiyê de alên PKK'ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rakirin û li ber muzîkê gavend gerandin. Bi hezaran kesên ku bi cil û bergên xwe yên herêmî tev li pîrozbahiyê bûn govend gerandin û rengên kesk, sor û zer bilind kirin. Girsê piştî govend gerandin fîşekên hewayî avêtin û pîrozbahî derdxistin asta herî jor. Piştî girsê coşa xwe mezin kirin û dengê sloganên xwe bilintir kirin, polîsan bi bombeyên gazê mudaxale kir. Li aliyê din bi sedan ciwanên ku serê xwe pêçan Rêyên Hezex û Nisêbînê li trafîkê girtin û nasnameya ajokarên maşîneyan kontrol kirin. Gelek maşîneyên zirxî û TOMA hatin cihê bûyerê û mudaxaleyî girsê kirin. Ciwanan jî bi fîşekên hewayî û molotofan bersîv dan. Dema molotofkokteyl li maşîneya zirxî ya polîsan ket, maşîna polîsan di nava pêtên agir de ma.
Ji ber ku polîsan di mudaxaleyê de gelek bombeyên gazê bikar anîn welatiyên taxên Sur, Cudî, Nur gelek taxên din di bin ewrê gaza bombeyan de ma. Li ser kolana Hezexê jî piştî polîsan bombeya gazê avêt kargeriyekê şewat derket. Li navçeyê ku pevçûnan heta derengê şevê berdewam kir, piştî polîs paşve kişiyan bûyer bi dawî bûn.
LÎCE: Li navenda navçeya Lîceyê jî bi heman armancê 27'ê Mijdarê bi tevlêbûn û coşek mezin hate pîrozkirin. Girseya ku li taxa Karahasanê kom bûn û agir pêxistin heta derengê şevê li dora agir govend gerandin. Polîsan piştî hemû kolan li trafîkê girtin bi panzer û TOMA'yan mudaxaleyî girsê kir. Polîsan piştî bi bombeyên gazê û ava şit mudaxale kir, girsê jî bi kevir, molotof û fişekên hewayî bersîv da polîsan. Bûyeran heta derengê şevê berdewam kir.
ÇINAR: Li Navçeya Çinarê ya Amedê jî girseya ku saet di 18.00'an de li ber avahiya BDP'ê kom bû bi def û stranan 27'ê Mijdarê pîroz kirin. Girsê di pîrozbahiyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan alên PKK'ê rakirin û sloganên "PKK gel e, gel li vir e" û "Bê Serok jiyan na be", "Bijî Serok Apo" berz kirin. Pîrozbahiyê heta derengê şevê bi fîşekên hewayî berdewam bike.
ERGANİ: Li navçeya Erxeniyê jî bi heman armancê bi tevlêbûna sedan kesan li 6 taxan pîrozbahî hate lidarxistin. Pîrozhiyên di saetên êvarî de destpê kirin heta derengê şevê berdewam kir. Pîrozbahî bi fîşekên hewayî bi dawî bûn.
NISÊBÎN: Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê jî girseya ku li Qata Newrozê ya taxa Devrimê kom bûn, pîrozbahî pêk anîn. Di pîrozbahiyê de rêveberên BDP'ê yên navçeyê û bajarê Mêrdînê, şaredarên BDP'î, endamên meclisa şaredariyê înîsiyatifa Dayikên Aştiyê, Nûnerên DOKH, MEYA-DER û KurdÎ-DER'ê amade bûn. Girsê di pîrozbahiyê de sridûra "Çerxa Şoreşê" xwendin û ji bo kesên di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest da rêz girtin. Girsê bê navber sloganên "Bijî Serok Apo", "Ocalan", "Bi can bi xwîn em bi te rene ey Serok" û "Şehîd namirin" berz kirin. Girsê agir pêxist û li dor agir govend gerandin. Piştî axaftin hatin kirin li dor agir govend hate gerandin û fîşekên hewayî hatin avêtin.
DÊRIK: Li navçeya Dêrika Mêrdînê jî girseya ku di navde rêveberên BDP'ê jî hene li Qada Cevizpinarê kom bûn û 27'ê Mijdarê pîroz kir. Li vir ji girsê rêz girt û axaftin kirin. Piştî axaftinan sloganên "Bijî Serok Apo", "Bijî PKK" û "PKK gel e, gel li vir e" berz kir. Pîrozbahî bi fîşekên hewayi bi dawî bû.
QOSER: Li navçeya Qoserê jî bi sedan kesên li Parka Mehmet Sîncar a li taxa Tepebaşi kom bûn şahî pêk anîn. Di şahiyê de koma Navneda Çanda Mezopotamya û Hunermend Seyda Perinçek, sitran gotin. Girseya ku li ber staranan govend gerandin bê navber sloganên "PKK gel e, gel li vir e", "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" û "Şehîd namirin" berz kirin. Girsê di pîrozbahiyê de pankarta "34. salvegera cejna vejine PKK li hemû gelê Kurd piroz be" vekirin û posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bilind kirin.
WAN: Li Wanê jî di saetên êvari de li heman taxan pîrozbahî hate lidarxistin. Saet di 21.00'an de hemwext fîşekên hewayî hatin avêtin û pîrozbahî hate lidarxitin. li Taxên Suphan, Xaçort û Yenî ciwanan agir pêxist û govend gerandin. Girsê bê navber sloganên "Bijî PKK", "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin", "Bê Serok jiyan nabe" û "Girtiyên siyasî rûmet me ne" berz kirin.
KOP: Li navçeya Kopê ya Mûşê jî bi heman armancê pirozbahî hate lidarxistin. Ciwanên ku li tax û qadên cuda kom bûn agir pêxistin û govend gerandin. Ciwanan di pîrozbahiyan de sloganên "Bijî Serok Apo", "PKK gel, gel li vir e" barz kirin û fîşekên hewayî avêtin."
NAVENDA NÛÇEYAN
Li Qadên gerîla jî pîrozbahî
Li qadên gêrîlayan pîrozbahiyên 34’mîn salvegera damezirandina PKK’ê bi coş berdewam dikin. Di pîrozbahiyê de fermandarê gêrîla Azad Sêrt li ser girîngiya PKK'ê axivî û got; "Îro hem ji bo gelê Kurd û hem jî ji bo hemû mirovahiyê rojek bi wateye. Îro roja azadiyê ye. Roja ku boçûna dîrokê hatiye guhertine"
Pîrozbahiyên ku li Qadên Parastina Medya berdewam dikin, li gel Fermandarên HPG’ê û YJA Starê gelek gêrîla jî tevlî dibin. Li qadên gêrîlayan pîrozbahiyê bi merasima leşkerî û deqîqeyekê rêzgirtinê ji bo şehîdên şoreşê destpê kir. Piştî rêzgirtinê fermandarê gêrîlayan Azad Sêrt axaftinek kir.
Femandarê gêrîlayan Azad Sêrt balkişand ser ku, PKK’ê boçûna dîrokê guhertiye û gelê Kurd yê ku ber bi tunebûnê ve diçû niha hêzên parastina cewherî yên wê hene û wiha got: “Salvegera Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li her kesê pîroz be. Îro hem ji bo gelê Kurd û hem jî ji bo hemû mirovahiyê rojek bi wateye. Îro roja azadiyê ye. Roja ku boçûna dîrokê hatiye guhertine. Hêzên dagirker xwestin gelê Kurd bi tunebûnê re rû bi rû bihêlin lê belê li himberî vê weke seknekê hêzên parastina cewherî PKK derket. Ji roja PKK derket heya niha li hemberî hêzên xwestin gelê Kurd tune bikin tekoşîn û berxwedanekî bihêz birêve birin.
'Em serkeftinê dixwazin'
Şehîdên PKKê rûpelek nû, paqij û yê qehremantiyê nivîsîn û her wiha ev weke mîrasek ji me re hêlan. Em li hemberî bîranînên şehîdên me birêzdarî xwe di tewînin. Emê di şopa şehîdên xwe de bimeşin û emê bibin şopdarên tekoşîna ku ji me re hêlayîne. Roja 27’ê Mijdarê li hevalên li vir amade, gelê me û Rêber Apo pîroz be. Em di tekoşîna hemû hevalan de serkeftinê dixwazin.”
Piştî merasimê gêrîlayan dîlan girêdan û stran gotin. Hate dîtin ku di pîrozbahiyê de gêrîla pir bicoş û moral bûn.
BEHDÎNAN
Li Mûsilê pîrozbahî
Li bajarê Mûsil bi minasebeta salvegera PKK’ê pîrozbahî û seminer hatin li darxistin. Bi munasebeta salvgera PKK'ê bi tevlîbuna dehan welatiyên Ereb, Kurd û saziyên medenî semînerek hat li darxistin. Hat zanîn semîner ji aliyê Hemwelatiyên Azad ve li ser girîngiya rojê hat dayîn. Li ser navê hemwelatiyên Azad Necim Abdulla da diyarkirin ku PKK ne tenê ji gelê Kurd re bu hêviyek ji gelê Rojhilata Navîn hemu re buye hêviyek mezin û divê hêviyê de jî rola rêberê PKK’ê Abdullah Ocelan mînaka herî serekeye. Her wiha hat zanîn di demê semînerê de guh li xelkê Mûsil jî hat girtin û xelkên li wê herêmê da ne diyar kirin ku Ocelan hêviyeke mezin a azadiya gelane. Yê ku pirsgirêka Rojhilata Navîn çareser bike jî Abdullah Ocelane. herî dawî di semînerê de hat gotin ku wê îsal bibe sala azadiya rêber APO û gelê Kurd.
MÛSIL