Li bajarê Elmanyayê Kolnê Kurdistanî û dostên wan, salvegera 27'ê Mijdarê pîroz kirin. Di pîrozbahiya li Saal 2000 de, ji ber qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî, govend nehat gerandin. Kurdistaniyan dewleta polîs a AKP'ê rûreş kir.

Di pîrozbahiyê de ku ji bo bîranîna Tahîr Elçî û şehîdên şoreşê destpê kir, Hevşaredara Liceyê Rêzan Zûgûrlû û Hevşaredara Dêrsimê Nûrhayat Altûn jî amade bûn. Di pîrozbahiyê de koma Ehmedê Xanî bi lîstika xwe ya skêçê zext û zordariya Tirkbûyînê ya li gelê Kurd tê kirin vegot. Her wiha Hozan Seyîdxan, Koma Tîroj, Bêrîvan, Pinar Yildiz û Cîhan Çelîk derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.

Li bajarê Elmanya Dortmûndê, 37. salvegera damezrandina PKK'ê li Aslan Eventshalleyê, bi şevekê hat pîrozkirin.Pîrozbahî bi pêşengiya Meclîsên Herêmê yên TJK-E ve bi dirûşma "Bi ruhê berxwedana Sakîne û Mazlûman" hat lidarxistin û bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna kadroyên pêşeng ên PKK'ê, Tahîr Elçî û bîranîna hemû şehîdên şoreşa Kurdistanê, destpê kir.


Qedexekirina PKK´ê betal bikin

37. salvegera damezrandina PKK'ê li bajarê Elmanya Hîldesheîmê bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Pîrozbahiya li Salona Dawetê ya Acar, saet 14:00'an bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên azadiyê destpê kir.

Di pîrozbahiya ku bi qasî 1500 kes beşdar bûn de Koma Azadiya Jiyan, Raman Kobanê, Ozgur Comert, helbestvan Wezîr Demîr, Şaban Kazan, Tûncer Yalinkiliç, Bengî Agirî, Xalid Agirî, Gulseher û koma govendê Koma Azadî derketin ser dikê.

Pîrozbahiya li bajarê Saarbruckenê, tevî Kurdistaniyan bi beşdariya endamên gelek sazî û komeleyên Elman pêk hat. Di destpêkê de Kurdistanî û dostên wan li dû pankarta "Bila qedexeya li ser PKK'ê bê rakirin" di êvara 27'ê Mijdarê de meşiya û dûre mîtîngek lidar xistin. Bi wesîleya salvegera damezrandina PKK'ê duh li bajêr şevek hat lidarxistin.


Piştgiriya Kurdistanê

Kurdistanî û Tirkiyeyên li paytexta Skoçya Edînbûrghê hatin cem hev, salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kirin. Pîrozbahiya li Jack Kane Community Centerê, bi deqeyeke rêzgirtinê li ber sirûda Ey Reqîp destpê kir.

Pîrozbahî ji aliyê Meclîsa Gelê Kurd a Skoçyayê ve bi beşdariya 200 kesî hat organîzekirin û qetilkirina Serokê Baroya Amedê Parêzer Tahîr Elçî, hat şermezarkirin. Nûnerên PYD-Skoçya, Goran, PJAK û Scotish Solidarity With Kurdistan jî peyman dan. 


 NAVENDA NÛÇEYAN




"PKK têkoşîna li dijî melisandinê ye"



Li bajarên Elmanya Bonn û Darmstadtê, 37. salvegera damezrandina PKK'ê bi çalakiyan hat pêşwazîkirin. Di çalakiyan de Tahîr Elçî yê li Amedê hat qetilkirin, hat bibîranîn.

37. salvegera damezrandina PKK'ê li bajarê Elmanya Bonnê hat pîrozkirin. Pîrozbahî bi beşdariya Kurdistaniyên li Bonn û derdora wê li Duisdorf Sporthaleyê pêk hat. Navenda Çanda Demokratîk a Bonnê û Meclîsa Jinê ya Sara şev organîze kir. Di çevê de Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yî şemiyê hatî qetilkirin jî hat bibîranîn.

Berdevka Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) Gonul Kaya li vir peyivî û got, "PKK li dijî bênasnametî, li dijî melisandin, xiyanet, tirs û newêrekiyê navê têkoşînê ye." Kaya di axaftina xwe de got, "Ciwanên me yên ku bi xweparastinê re gund û bajarên xwe diparêzin, bi vî ruhê dînamîk ê berî 37 salan hat destnîşankirin dimeşin. Li Kobanê, Sûrê, Farqîn, Cizîr, Gever û Nisêbînê bi vî ruhî li ber xwe dide."

37. salvegera damezrandina PKK'ê li bajarê Elmanya Darmstadtê jî hat pîrozkirin. Bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Stad Halle ya Bîebesheîmê bi beşdariya bi sedan Kurdistanî û dostên wan şev hat lidarxistin. Ji bo bîranîna Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî li salonê goşeyek bîranînê hat amadekirin.


Kartal: Ji bo azadiya Rêber Apo zend û bendan vemalin

Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal li şevê piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê peyivî û qetilkirina Tahîr Elçî şermezar kir. Kartal got, "Em ne Kurdên beriya 50 salan e. Em îro stêrka şoreşa li Rojhilata Navîn e." Kartal anî ziman ku berxwedana Kobanê û Şengalê, hêza Kurdan careke din nîşanî cîhanê da ye û got, "Êdî yekane tişta em bikin, ji bo azadkirina Rêber Apo vemalîna zend û bendan e, pêkanîna çalakiyan e." 


 KOLN/DARMSTADT




Ciwanan li Hollandayê PKK silav kir



Salvegera damezrandina PKK'ê li bajarê Den Haagê ji aliyê ciwanan ve hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de hat gotin, "Weke fedaiyên Rêber Apo, divê em pêvajoya şoreşê mezintir bikin û li her derê belav bikin."

Li Navenda Civaka Demokratîk a bajarê Hollanda Den Haagê, ciwanên endamên Ciwanên Azad, 37. salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kirin.

Ciwanan bi gotina dirûşmeyan bi awayekî girseyî ber bi Event Plaza cihê pîrozbahiyê ve meşiyan. Di meşê de alên PKK'ê û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hilgirtin. Ciwanan ragihandin ku qedexekirina PKK'ê tê wateya qedexekirina Kurdan.


'Bû hêviya bi milyonan'

Tevgera Ciwanên Azad a Hollandayê di daxuyaniya xwe ya li pîrozbahiyê de got: "Tevgera PKK'ê bi baweriya ji têkoşîna xwe re hebûna xwe heta roja îro dewam kir û hêza xwe her zêde kir. Weke fedaiyên Rêber Apo, divê em pêvajoya şoreşê mezintir bikin û li her derê belav bikin."


 DEN HAAG