Li seranserê Ewrûpayê çalakiyên destekkirina grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hene. Li bajarên Elmanyayê Stuttgart, Frankfurt, Mannheim, bajarê Swîreyê Baselê, li bajarê Swêdê Uppsalayê û gelekî din çalakî bi rê ve çûn.

Kurdistaniyên li Stuttgartê, ji bo balê bikişînin ser rewşa berxwedêrên greva birçîbûnê ku êdî rewşa siheta gelekan ji wan ji asta krîtîk jî bihuriye, li ber Gara Navendî (HBF) çalakiyek li dar xist.

Di çalakiyê de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bila tecrîda li Îmraliyê bişikê”, “Azadî ji Ocalan re”, “Leyla Guven rûmeta me ye” hatin gotin.

Pankartên ji wêneyên Leyla Guven û Nasir Yagiz hatin hildan.

Girseya gel ji ber HBF’ê ber bi Marstallstrasseyê meşiya û li Marstallstrasseyê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Jinan banga hesyariyê kir

Jinên Kurd ên li bajarê Frankfurtê jî ji bo balê bikişînin ser berxwedana grevên birçîbûnê çalakiyek kir.

Çalakiya Meclîsên Jinan ên Amara, Offenbach, Sara, Hanau Nûjîn saet 17:00´an li meydana Hauptwacheyê dest pê kir. Di çalakiyê de wêneyên berxwedêrên greva birçîbûnê hatin hildan û dirûşma “Em di greva birçîbûnê de ne” hate gotin.

Her wiha li ser armanca grevên birçîbûnê belavok hatin belavkirin.

Bi îtaetnekirina sivîl CPT rûreş kirin

Li Mannheimê, Kurdistaniyan ji bo balê bibin ser berxwedana greva birçîbûnê çalakiyeke îteatnekirina sivîl li dar xist.

Jinan posterên Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven hilgirtin, devê xwe bi banta reş girê da, û bêndegiya CPT û Konseya Ewrûpayê şermezar kir. Meclîsa Jinê ya Ronahî-Bêrîvan çalakiya xwe ber êvarkî li Paradaplatzê kir.

Ji bo bi serketinê tacîdar bikin

Li Baselê ji bo piştgiriya grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Ocalan çalakiyek bir ê ve çû. Li ser banga Platforma Piştgiriya bi Grevên Birçîbûnê re çalakvan li pêşiya Parlementoya Kantona Baselê hatin ba hev. Wan li vir çalakiyeka bêdeng a rûniştinê kir. Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin.

Piştî çalakiya qederê nîv saetê, li ser navê platformê, Huseyîn Yeter got, “Ji bo têkoşînê bi serketinê tacîdar bikin, divê em têkoşînê xurtir bikin. Em ê bê navber û bêdawî her roj çalakiyan bikin.”

Heta tecrîd bi dawî bibe

Li Uppsalayê, li ser banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NCDK) a  Uppsalayê li Meydana Storatorget çalakî hate kirin. Di çalakiyê de pankarteke bi nivîsa xwe doza rakirina tecrîdê dikir û bi wêneyê Leyla Guven, hebû. Her wiha alayên PKK’ê, KCK’ê, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çalakiyê de hatin hildan.

Dema çalakiyê gelek belavokên li ser tecrîdê û grevan hatin belavkirin. Çalakgeran got, heta ku tecrîda li dijî Ocalan bê şikandin ew ê li meydanan bin.

 

NAVENDA NÛÇEYAN