RÊZAN MIHEMED/ROJNEWS / SILÊMANÎ
Desteya Piştgiriya Jinên Silêmanî ji bo Meclîsa Jinên Şengalê, di salvegera komkujiya Şengalê de li ber ofîsa parlamena Herêma Kurdistanê ya Silêmanî çalakiyeke kombûnê li dar xist û hinek daxwaz pêşkêşî ofîsê kirin.
Bi rasthatina 3´yemîn salvegera hewldana qirkirina Êzîdiyan li Şengalê, Desteya Piştgiriya Jinên Silêmanî Ji Bo Meclîsa Jinên Şengalê, li ber Ofîsa Parlamena Herêma Kurdistanê ya li Silêmanî çalakiyeke kombûnê li dar xist.
Di çalakiyê de Endama Desteyê Sorgul Necim daxuyanî xwend û hinek daxwaz pêşkêşî ofîsa parlamenê kirin.
Daxwazên Desteya Jinan jî ev in:
* Divê nûnerên Kurd li parlamena Iraqê hewl bidin ku komkujiyê wek jenosîd bidin nasandin.
* Divê hewldana azadkirina jinên dîlgirtî bête dayîn.
* Pêwîst e sûcdarên jenosîda Şengalê bidin dadgehê.
* Divê piştgiriya Meclîsa Jinên Şengalê û xwe rêveberiya Şengalê bête kirin.
* Pêwîst e 3’ê Tebaxê ji bo şermezarkirina komkujiya jinan û nasandina jenosîda nîjadî, bibe rojek cîhanî ku weke rojên din ên taybet li ser asta cîhanê çalakî werin lidarxistin.
* Divê saziyeke taybet ji bo belge û arşîvkirinê bête sazkirin.
* Budceya taybet ji bo avakirina Şengalê were dayîn.
PDK divê eşkere li xwe mikur bê
Her wiha Nûnerê Ofîsa Parlamentoya Herêma Kurdistanê li Silêmaniyê Şêrko Heme Emîn pêşwaziya jinan kir û di daxuyaniya çapemeniyê de axivî û got: “Hêza leşkerî û rêveberiyê li wê herêmê di destê PDK’ê de ye. Divê berpirsyartî ew werbigire û divê bi eşkereyî ji welatiyan re bêje ku ew dosye gihiştiye kuderê û kî sucdare û wê kî were cezakirin.”