Li bajarên Ewropayê, çalakiyên bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên bi fermana AKP û Tayyîp Erdogan li Bakurê Kurdistanê dikin, didomin. Di çalakiyan de berxwedana xwerêveberiyan hat silavkirin.

DUSSELDORF: Li bajarê Elmanya Dusseldorfê, bi pêşengiya Meclîsên YJK-E, Komalên Ciwan û Navendên Civaka Demokratîk ên Dortmûnd, Essen û Dusseldorfê, bi beşdariya bi sedan Kurdistaniyan li balafirgeha Dusseldorfê çalakiya bêîteatiya sivîl hat lidarxistin. Di çalakiyê de ji bo boykotkirina tûrîzma Tirkiyeyê belavok hatin belavkirin.

HANNOVER: Li bajarê Elmanya Hannoverê, êrîşên dewleta Tirk bi mîtîngekê hatin protestokirin. Di mîtîngê de bi qasî hezar kes amade bûn û Dîe Lînke, Frîedensburo, ATÎF, PYD û Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk destek dan çalakiyê.

LUBECK: Êrîşên li Kurdistanê, li bajarê Elmanya Lubeckê hat protestokirin. Di çalakiya ku bi sedan kes lê amade bûn de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat hilgirtin.

FREÎBÛRG: Dewleta Tirk li bajarê Elmanya Freîbûrgê jî hat protestokirin. Çalakî ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve hat organîzekirin û bi sedan kes beşdar bûn. Girseya gel a li Kartoffelplatzê li hev civiya, ber bi navenda bajêr ve meşiya û li vir daxuyaniyek da çapemeniyê.

BRÎGHTON: Kurdistanî û dostên wan ên li herêma Sûssex a Îngilîstnê  li navenda bajarê Brîghtonê çalakiyek pêk anîn. Di çalakiyê de ji hikûmeta Brîtanyayê hat xwestin, ku zextê li hikûmeta AKP’ê bike.”

PARÎS: Êrîşên rejîma AKP’ê ya faşîst, li paytexta Fransa Parîsê ji aliyê bi hezaran kesî ve li Meydana Bastîlle li hev civiyan, heta Meydana Repûblîqûe meşiya û li vir mîtîngek pêk anî.

MONTPELLÎER: Li bajarê Fransa Montpellîerê, greva birçîbûnê ya ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve hat organîzekirin, bi meşekê bi dawî bû. Meşê ji Peyroû Pîtot destpê kir û li Place de la Comedîe bi dawî bû.

BORDEAÛX:  Li bajarê Fransa Bordeaûxê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) civîneke gel lidar xist. Di civîna ku bi qasî 300 kes lê amade bûn de, ji NCDK’ê Felat Marînos axivî û bal kişand ser berxwedana li Kurdistanê.

LYON: Li bajarê Fransa Lyonê di çalakiya li Place Teraûx de komkujiyên ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve li Kurdistanê tên kirin hatin şermezarkirin û berxwedana xwerêveberiyê hat silavkirin. Alîgirên Jeûnes Commûnîstes Lyon jî destek dan çalakiyê.

CHARLEROÎ: Komîteya Şengalê ya Charleroî, li bajarê Belçîka Charleroî ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk dest bi greva birçîbûnê ya du rojan kir. ATÎK û Konfederasyona Yekîtiyên Elewiyan li Ewropayê destek dan çalakiyê.

ZURÎCH: Li bajarê Fransa Zurîchê, rêxistinên antî faşîst û çep a alternatîf, bi meşekê êrîşên dewleta Tirk ên li Kurdistanê protesto kirin. Di çalakiya li Rathaûsbrucke de, destpêkê ji Tevgera Aûfbaû Andrea Staûfacher axivî û got, “Hevrêyên me yên li Kurdistanê li ber xwe didin, wê li Bakurê Kurdistanê azadiyê diyarî me bikin.”

VIYANA: Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, saziyên sosyalîst ên Awûstûryayî û Pêkhateyên Hêza Demokratîk, ji bo silavkirian berxwedana xwerêveberiyê ya li Kurdistanê û şermezarkirina êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk, meşiyan. G

STOCKHOLM: Jinên Kurd, Tirk û Elewî li Meydana Sergel a Stockholmê û li navenda bazarê ya Goteborgê Femman duh danê nîvro li hev civiyan û ji bo komkujiyên dewleta Tirk şermezar bikin li pîspîskan xistin û dengê tilîliyên xwe bilind kirin. Di çalakiyê de Parlamentera Partiya Çep a Swêdê Amîneh Kakabaveh û ji HDP’ê Îlknûr Bîrol jî amade bûn.

OREBRO: Li bajarê Orebro jî li ser banga PJAK’ê Kurdistaniyan meş û mîtîngek lidar xistin û êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Bakurê Kurdistanê protesto kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN