Gerîllayên HPG û YJA STARê li Heftanîn û Xakurkê li dijî eskerên Artêşa Tirk a dagirker çalakî pêk anîn û bi kêmanî eskerek hat kuştin. Li Eyn Îsayê jî şervanên QSDê 2 dagirker kuştin.

w Balafirên şer ên Artêşa Tirk doh gundên herêma Bradostê bombarduman kirin paşê jî dan ber topan. Li gorî jêderên herêmê, dewleta Tirk a dagirker bi vê bombaranê dixwaze wê xetê vala bike.

HPG’ê diyar kir ku hêzên wan di 29’ê Adarê de li herêmên Heftanîn û Xakurkê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî pêk anîne û herî kêm leşkerek hatiye kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên hêzên gerîla yên li herêmên Heftanîn û Xakurkê daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

“29’ê Adarê hêzên me yên YJA STARê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de ku li herêma Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike, li dijî leşkerên artêşa TC a dagirker ên li ser Girê Partîzan çalakiya sûîqestê kirin. Di vê çalakiyê de leşkerek hate kuştin. Hêzên me di heman demê de gule li kozik û stargehên dijmin ên li ser gir reşandin û kamerayeke mobese ya li ser gir îmha kirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de hêzên me 29’ê Adarê li herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî dagirkerên li ser Girê Şehîd Axîn çalakiyek kirin. Derbên xurt li kozik û stargehên dijmin hatin xistin. Hejmara leşkerên di vê çalakiyê de mirin û birîndar bûn nehate tespîtkirin.”

Li Başûr dixwazin gundan vala bikin

Dewleta Tirk a dagirker doh bi balafirên şer û topan gundên herêma Biradost bombebaran kir. Balafirên şer gundên Xelîfan, Sîran û Bozêne bombebaran kirin. Piştre jî bi topan û tankan gund bombebaran kirin. Di encama bombebaranê de zirar û ziyan gihişt bax û baxçeyên gundiyan. Dewleta Tirk dixwaze wan gundan vala bike, lê şêniyên gund bi ti awayî gundên xwe vala nakin.

Li Eyn Îsayê 2 dagirker hatin kuştin

Dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe êriş birin ser gundê Hoşanê yê Eyn Îsayê. Şervanan di cih de bersiv dan êrişê û wesayitek ku doçka li ser bû îmha kirin. Di bersivê de 2 çete hatin kuştin.

Dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe doh nîvro gundê Hoşan ê Eyn Îsayê û rêgeha M-4 topbaran kirin.

Şervanên QSD û YPJ’ê di cih de bersiv dan êrişan. Saet li derdora 12:00 wesayitek doçka li ser tevî 2 çeteyên tê de hate îmhakirin.

 

NAVENDANÛÇEYAN