Ozkal bibîr xist, eger zimanek pê neyê axaftin, wê were ji bîr kirin û got, divê Kurdî li her qada jiyanê bi xurtî were bikaranîn.
Ozkal destnîşan kir, ji bo mafê perwerdeya bi zimanê dayikê divê ew heta dawiyê têbikoşin û got, “Kurdên li Başûrê Kurdistanê ji ber ku xwedî statuyeke xweser in, di mijara ziman de jî ti pirsgirêkeke xwe nîne. Li Rojava jî bi sîstema kantonan re bingeha perwerdeya bi zimanê dayikê tê danîn. Li Rojhilatê Kurdistanê bi tenê di asta akademîk de serbestiyek heye. Li Tirkiyeyê jî, di salên dawî de tevî ku bingeheke xwe ya qanûnî nîne li zanîngehan qursên Kurdî hatin vekirin, lê têrê nekir. Ji ber ku ya girîng ew e, ji dema ji dayikbûnê heta mirinê mirov bi zimanê xwe yê dayikê bijîn.”
‘Pêwistî bi xebatên berfireh heye’
Ozkal li ser xebatên Kurdî Derê agahî da û got, “Weke sazî em zimanê Kurdî lêkolîn dikin û bi rêya qursan ji mirovên bixwazin re perwerdeyê didin. Di vê çarçoveyê de me 900 mamosteyên karibin qursan bidin, mezûn kir. 200 ji van 900 kesan bi rengekî dilxwazî tevlî xebatên me yên li ser folklor û zimanê Kurdî dibin û perwerdeyê didin. Jİ bilî vê em tevî Şaredariya Bajarê Mezin kovareke bi navê Folklora Kurdî diweşînin. JDi fermiyetê de 36 şaxên me hene. Lê daxwaz heye ku em vê hejmarê zêde bikin. Bêguman xebatên em dimeşînin ji bo Kurdî têrê nakin, lê belê pêwîst in.”
Ozkal herî dawî bang li hêzên demokrasî û gelan kir, ku ji bo naskirina mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bikevin nava tevgerê û got, “Eger çav ne yê me be, nêrîn jî ne ya me ye. Jiyana bi zimanekî din ne exlaqî û wijdanî ye. Lewma divê her kes ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê têbikoşe.”
MELEK YUKSEL / ANF / AMED