Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku zimanê Kurdî ku yek ji zimanê kevnare yê dîrokê ye, li hemberî hemû polîtîkayên qirkirin û asîmîlasyonê yên dewleta Tirk, dewletên din û hêzên modernîteya kapîtalîst jî hebûna xwe parastiye û biryardariya xwe ya ji bo jiyanê, raxistiye pêş çavan.

Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku di encama berxwedana ji berdêlên giran ên gelê Kurd de, 15’ê Gulanê weke cejnekê hatiye pejirandin û Cejna Ziman li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurd pîroz kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Di serî de Meleyê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Ehmedê Xanî, Mûsa Anter, Huseyîn Faqî Saxniç û Ferhat Kûrtay ku di têkoşîna parastina hebûna zimanê Kurdî de xwedî kedeke mezin in, em hemû şehîdên xwe bi rêz û minnetdarî bibîr tînin û destnîşan dikin ku bi têgihiştin û berxwedanek li dijî oto-asîmîlasyon, asîmîlasyon û qirkirinê, emê li her qada jiyanê zimanê Kurdî bidin jiyîn.”
Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di serî de dewleta Tirk a mêtînger hemû dewletên dixwazin li ser Kurdistanê serdest bin, bi alîkariya ji hêzên modernîteya kapîtalîst wergirtine, bi armanca afirandina netewe-dewletê bi qanûn û destûrên xwe yên bingehîn re zimanê Kurdî û hemû zimanên gelan ‘ji nedîtî ve’ hatin. Dewleta Tirk li ser ‘yek dewlet’, ‘yek netewe’, ‘yek ziman’ û ‘yek al’ hatiye avakirin û dewleteke mêtînger e ku li ser qedexekirina jiyan û zimanê gelê Kurd hînên xwe daniye rûniştandin e. Ji bo gelê Kurd ji dîrokê bibe, Kurdistanê ji welatîbûna Kurdan derxîne, ji bo hemû rêbazên leşkerî, siyasî, aborî, çandî û dîplomatîk bikar bîne, Plana Şark Islahat ku qirkirineke, bi hovane bicih aniye. Îro jî Plana Şark Islahatê li gorî şert û mercên roja îro, dewam dike.“

Têkoşîna li dij oto-asîmilasyonê
Di daxuyaniya KCK’ê de nerînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê derbarê zimanê zikmakî de hatin bibîrxistin û wiha hate gotin: „Rêber Apo ji bo zimanê dayikê vê dibêje: ‘Civaka xwe gihandibe ziman, bûye xwedî sedema xurt a jiyanê. Asta pêşveçûna ziman, asta pêşveçûna jiyanê ye. Civakek zimanê xwe yê dayikê çiqasî bi pêş xistibe, asta xwe ya jiyanê jî ewçend bi pêş xistiye. Wekî din çiqasî zimanê xwe winda kiribe û zimanê wê ketibe bin hegemonya zimanên din, ewçend jî asîmîle bûye, rastî qirkirinê hatiye. Aşkera ye ku civakên ev rastî bi serê wan de hatibe, wê ji aliyê zîhnî, exlaqî û estetîk de nebin xwedî jiyaneke watedar, weke civakeke nexweş heta ji holê rabe, jiyaneke trajîk bijî.’
Dewleta Tirk dixwaze gelê Kurd bîne nuqteyeke bi vî rengî. Ji ber vê yekê li Kurdistanê polîtîkaya qirkirina çandî bi hovane dimeşîne, li aliyekî asîmîlasyonê derdixîne pêş, aliyê din jî civak û ferdê Kurd aniye nuqteya oto-asîmîlasyonê.”

Kurdî ji bo her qada jiyanê

Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK’ê da xuyakirin ku dewleta Tirk bi bikaranîna hemû derfetên teknolojiyê re, bi xurtkirina asîmîlasyon û oto-asîmîlasyonê re dixwaze Kurdan di nava sîstema netewe-dewlet a Tirk de bihelîne û hînê dest ji vê stratjiya xwe bernedaye û got, “Pêkanînên weke kûrs, dersên hilbijartî û yên weke wan, bi armanca veşartina polîtîkaya qirkirina mezin têne kirin.
Em bang li gelê Kurd dikin, ku zimanê Kurdî yê yek ji kevintirîn zimanê cîhanê ye li her qada jiyanê bikar bîne, li dijî asîmîlasyon û oto-asîmîlasyonê hay ji xwe hebe, li her qada jiyanê zimanê xwe bikar bîne, her malê veguherîne dibistanekê, xwe birêxistin bike û dibistanên perwerdeya bi zimanê Kurdî didin, ava bike.”

ANF/BEHDÎNAN