Jinên Erdîşê ji ber erdheja pêk hat îsal 8'ê Adarê bi dilşikestî pêşwazî dikin. Jinan diyar kir ku konteynir germaniya malê nadin û pirsgirêkên xwe anîn ziman. Jinên li gel hemû pirsgirêkênan têkoşîna jiyanê dikin bi hêvî jiyana xwe berdewam dikin. Jinan anî ziman ku li gel pirsgirêkên dijî ji bo wan 8'ê Adarê hêj bêtir bi wateye. Jina bi navê Gulay Çelîk a li taxa Yeşîlovayê dijî pirsgirêkên xwe rêzkirin û ji serokwezîr û wezîran bi gazinc e. Çelîk, xwest ku qêrîna wan bê bihîstin û wiha got: "Dengê jinê û qêrîna jinê teqez nayê bihîstin. Dema ku em di televîzyonan de berê xwe didin daxuyaniyên serokwezîr û wezîran êdî em jî bawer dikin ku ti pirsgirêkên me tunene." Çelîk, anî ziman ku qîmeta li Tirkiyeyê nîşanî jinan tê dayîn mînake herî li ber çav jinên mexdurên erdhejê baş dide xuyakirin.

'8'ê Adarê bi me da jîbirkirin'
Jina bi navê Behîce Çokluk jî diyar kir ku li bajarên konteyniran de gelek pirsgirêkan dijîn. Çokluk, anî ziman ku tenê pirsgirêkên wan bi dayîna konteyniran bi dawî nebûn li bajarê konteyniran ceyran, ava jî tuneye. Çokluk, da zanîn ku pirsgirêkên ew dijîn 8'ê Adarê bi wan da jibîrkirin.
Hinek jinên li bajaroka Çelebîbagê yên di bajarê konteyniran de dijî jî diyar kir ku ji ber qêrîna hemcinsên xwe yên rastî şîdeta hevserê xwe tên dibîhîzîn gelek xemgîn dibin. Jina ciwan a ku nexwast navê xwe bide wiha got: "Ji ber ku em jin in em koletiyê heq nakin. Ligel travmaya me di erdhejê de jiyîn dem dem li vir qêrîan jinên rastî lêdan hevser xwe tên dibihîzîn. Em ji bo ku ji zilaman re bibin kole nehatin dinê."

ÎDRÎS YILMAZ - DÎHA/WAN