
Parêzer Erdelan Şêx Fatîh ragihand ku hin dadgehên li Herêma Kurdistanê rola xwe nalîzin û got: “Desthilata siyasî dixwaze li herêma Kurdistanê dest deyne ser her tiştî û destwerdana karê dadgehan jî dike. Ji lewma her diçe li vir qanûn, lewaz dibe.”
Di demên dawî de gelek welatiyên Başûrê Kurdistanê nerazîbûn nîşana qanûn û dadgehên herêma Kurdistanê dabûn û li ser medya civakî jî kampanya ya nerazîbûnê dabûn destpêkirin. Di kampanyayê de dihate gotin ku dadgehkirin û ceza dan tenê li ser welatî û xelkê feqîr tê pêkanîn lê, lêpirsîn di derbarê ti kesên gendelî dike de nadin destpêkirin.”
Em bi parêzer Erdelan Şêx Fatîh re li ser mijara lewazketina serweriya qanûnê axivîn. Şêx Fatîh diyar kir ku sê pirsgirêkên serekî yên herêma Kurdistanê hene û axivî: “Li Herêma Kurdistanê sê pirsigirêkên sereke hene. Şerê DAIŞ, krîza aborî û krîza siyasî. Di vir de roleke girîng dikeve ser milê dadgehan mixabin, bi rola xwe ranabin. Ji ber desthilatiya siyasî dixwaze dest deyne ser her tiştî û destwerdana hemû kar û barên dadgehan dike. Lewma jî roj bi roj serweriya qanûn li herêma Kurdistanê lewaz dibe.”
Dadgeh bi rola xwe ranabin
Erdelan Şêx Fatîh bi berdewamî wiha axivî: “Ev nêzî salek û nîve parlementoya Herêma Kurdistanê hatiye girtin. Qanûn û dadgeh bixwe rihê demokrasiyê ne. Lewma divê werin pêşxistin da ku herêm bi pêşve biçe. Lê, dadgehên me yên ji ber krîza siyasî nikarin serweriya xwe ferz bikin û bi rola xwe rabin.”
Fatîh diyar kir ku niha qanûn û dadgeh tenê li ser welatiyan û bi taybet jî li çîna feqîr tê ferzkirin û got: “Desthilatiya dadgehan tenê li ser xelkê hejar û çîna jêr heye. Lê li ser kesêndewlemend, desthilat û çîna serdest nîne.”
Şêx Fatîh diyar kir ku divê aliyên siyasî û yên qanûnsaz, karên xwe yên dema derbasbûyî di ber çavan re derbas bikin û got: “Divê aliyên siyasî û yên bi kar û barên qanûnsaziyê re mijûl xebatên xwe yên dema derbasbûyî di ber çavan re derbas bikin da ku bikarin pergalekê ji bo pêşerojê deynin. Her wiha ji bo qanûn û dadgeh bikarin rola xwe bilîzin. Ya girîng ne ew e ku em li hember sûcên biçûk bêdeng nebin û çavê xwe jî ji sûcên mezin re bigirin.”
RÊZAN MIHEMED / ROJNEWS / SILÊMANÎ