Saet di 21:30’an de hêzên rêjîmê û çekdarên bi ser wan ên bi navê Muqeneîn li nêzî Qehweya Havana ya li navenda Sûka Hesekê êrişî dewriya hêzên Asayîşê kir. Leşkerên rêjîmê û alîgirên wan di êrişên xwe de çekên giran jî bi kar anîn.


Şer belav bû

Di demeke kurt de şer li kolana Qamişlo, li nêzî navenda Sporê ya taxa Mesakin, derdora Stadyûma Tirênê, Kolana Semara û bi taybet nêzî navenda Partiya Baasê, sûka bajêr û taxa Neşwa Şerqî belav bû. Pirraniya herêmên şer lê qewimî, li nêzî navenda sûka bajêr in.


Asayîşê ji welatiyan re rê vekir

Li ser bersivdayîna hêzên Asayîşê, li herêmê şer qewimî. Ji ber şer bi hezaran sivîl ku li sûka bajar ji bo cejnê xwe amade dikirin, asê man. Hêzên Asayîşê ji bo parastina welatiyan zend û bend badan û ji bo parastina welatiyan korîdorek bi ewle vekir.


7 leşker hatin kuştin

Li gorî agahiyên hatine bi destxistin di şer de herî kêm 7 leşkerên rêjîmê hatin kuştin û gelek leşker jî birîndar bûn. Ji ber şer her wiha 7 welatiyên sivîl bi guleyên hêzên rêjîmê birîndar bûn.

Wekî din endamekî Asayîşê û endamekî Hêzên Paratina Civakî (HPC) jiyana xwe ji dest da û 3 endamên Asayîşê jî birîndar bûn.


Rewşa dawî

Piştî şerê ku heta berê sibehê saet 06.30’an dewam kir, tenê li taxa Neşwa Şerqî aloziyê dewam dikir. Rewşa bê dengiyê heta saet derdora 12.00’an dewam kir. Piştî saet 12.00’an careke din hêzên rêjîmê bê ser û ber gule li derdorê reşandin. Û heta ku min ev çavdêrî dinivîsandin, aloziyê dewam dikir.


DILŞAD CÛDÎ/ANHA/HESEKÊ