Doh ji navendên girîng girtîgeha navendî jî hat rizgarkirin û 238 esker û pêxwasên rejîmê yên li çiyayê Kewkeb jî teslîm bûn. Îro pitî van qewmînan hat ragihandin ku bi şertê vekişîna hêzên rejîmê û hevalbendên wê, agirbest hatiye ragihandin. 

Ev agirbesta behsa wê tê kirin, li ser daxwaza rûspî û eşîreyên herêmê hat ragîhandin.

Li bajarê Hesekê di 8 rojên derbasbûyî de di navbera şervanên YPG, YPJ, Asayîş û Hêzên Parastina Civakî (HPC) li aliyekî û hêzên rêjîma El-Baasê, çeteyên wê, hêzên Îranî û Hizbellah a Lubnanê de şerekî dijwar hebû. Hêzên YPG û Asayîşê di van rojan de gelek nuqteyên girîng û stratejîk rizgar kirin.

Piştî ku başûrê Çemê Xabûrê jî bi temamî hate rizgarkirin rûspî, eşîreyên herêmê û hin dewletan ji bo sekinandina şer ketin nava tevgerê. Ji ber vê yekê, doh berê sibê saet di 02.00’an de agirbest hate îlankirin.

Yek ji mercên vê agirbestê ew e ku hêzên rêjîma El-Baasê û çeteyên wê ji bajarê Hesekê derkevin û hêzên Asayîşa Rojava bajêr biparêzin. 


 HESEKÊ