Hevserokê Komeleya Mafê Mirovan a Bajarê Hesekê Semîr Şêxê da zanîn ku komeleya wan beriya bi 4 mehanbi armanca tespîtkirina binpêkirinên mafê mirovan û parastina mafên welatiyên ji hemû pêkhateyan ên li Hesekê hatiye avakirin. Komele bi destê çend hiqûqnasan hatiye avakirin. Şêxê got, ew ê binpêkirinên mafan tesbît bikin û raporan amade bikin.
Semîr Şêxê da zanîn ku hejmara endamên wan niha gihiştiye 150 kesan û ji tevahiya pêkhateyên li bajêr endamên wan hene. Şêxê axaftina xwe weha dewam kir: "Me xebatên xwe nû dane destpêkirin. Ji ber ku xebatkarên me nehatine perwerdekirin, karê me lawaz e, em niha hemû endamên xwe di mijarên mafê mirovan û çawaniya amadekirina raporan de perwerde dikin. Di vê çarçoveyê de dê hemû endamên me wê bêne perwedekirin."
Der barê têkiliya wan bi sazî û dezgehên bajar û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de Şêxê got, wan ji destpêka avakirina komeleyê ve têkilî bi hemû sazî û dezgehên bajar re çêkirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Herî zêde têkiliya me bi komînan re heye, bi van têkiliyên xwe em dikarin hemû bûyerên rojane yên di jiyana mirovan de bişopînin. Bi vê em hêvî dikin binpêkirinan bi belgeyan tespît bikin û li rêbazên çareseriryê bigerin … Li aliyê din jî em di nava hewldanan de ne ku têkiliya me bi hemû saziyên mafê mirovan ên herêmî û navneteweyî re jî hebin.ˮ
ANHA / HESEKE