Efrînî, anî ziman ku di demeke wiha de avakirina meclîsa aborî, ji bo şikandina ambargoya aborî, pêngavek girîn e û got ku ew dixwazin bi vê yekê alîkariya bazirganên herêmê bikin daku karibin bazirganiyê pêş bixin.
'Em dikarin pêdiviyan pêşwazî bikin'
Serokê Meclîsa Pêşxistina Aborî ya Rojavayê Kurdistanê û Suriyê Ebdulrehman Xelîl jî anî ziman ku ev pêşvajoya niha ferz dike ku ew hemû kar û barên aborî bixin bin xizmeta gel. Xelîl, destnîşan kir ku ew dikarin bi vê yekê li ser sînoran bazirganiyê bikin û pêdiviyên herêmên yên wekî derman, xwarina zarokan û madeyên xwarinê û hwd. bicîh binîn. Xelîl, diyar kir ku ew dikarin bi vê yekê ambargoya li ser herêmê rakin. Piştî Xelîl, esnafa bi navê Fener Mele Îbrahîm ku di nava 250 kesan de tekane bazirganan jin bû jî, axivî û got ku wê dixwest gelek jinên din tevlî konferansê bibûna. Îbrahîm xwest ku meclîs bi awayekî aktîf kar bike daku peywîra xwe bicîh bîne. Îbrahîm bang li hemû jinan kir ku tevlî karên bazirganiyê bibin û cihên xwe yê girîng bigirin. Di konferansa ku bazirganên din jî nêrînên xwe anîn ziman de, meclîsa aborî ya bajêr ku ji 5 kesan pêk tê hate hilbijartin. Her wiha girêdayî meclîsa bajêr lijneyên “têkilî, kontor û maliye” hatin avakirin.
ANHA/HESEKÊ