Li bajarê Hesekê bi şîara “Çand dengê rabirdûyê ye û vedenga niha ye” yekemîn pêşangeha cil û bergên folklorîk hat çêkirin.

Pêşangeh ji aliyê Komîteya Çand û Hunerê ya Kantona Hesekê û bi rêveberiya Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê ve hate organîzekirin. Pêşangeh li Hola Erd El-Ehlam a taxa Til Hecer hate vekirin.

Bila bibe bingeh

Di pêşangehê de cil û bergên folklorîk ên Ereb, Kurd û Xiristiyan hene. Her wiha di pêşangehê de lêkolîner û nivîskarê Kurd Salihê Heydo jî wiha axivî û got: “Ev pêşangeh ji pêşangehên herî serkeftî yên ku hatine çêkirin e û ji ber ku çandên me û çanda pêşiyên me dide diyarkirin. Bila ji pêşangehên bê re bibe bingeh, di heman demê de bi rêya vê pêşangehê mirov dikare hemû rengên çandên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibîne.”

Pêşangeha pêr dest pê kir îro bi dawî dibe. Li gel nîşandana cil û bergên folklorîk semînerên cihêreng jî tên lidarxistin.

 

ANHA/HESEKÊ