Doh di seat 10.30’an de li Sûka Bazara Gelêrî ya li taxa Mişêrfa ya li bakurê Hekekê teqînek rû da. Li gorî nûçegihanên ANHA’yê teqîn bi riya motosîkleteke ku berê li ser rêyê hatibû bicihkirin pêk hat. Di encama teqînê de 2 kes birîndar bûn. Birîndariya herduyan jî sivik e û niha li nexweşxaneyên Hesekê tên dermankirin.
Li ser bûyerê hêzên Asayîşê cihê bûyerê dorpêç kirin û sivîl ji cihê bûyerê dûrxistin. Paşê Asayîşê li herêmê dest bi lêkolînan kir.
ANHA / HESEKÊ