Li taxa Mesakin a  bajarê Hesekê doh saet di 08.05’an de kesekî xwekuj, li ser motoseklêtek bombebarkirî xwe li nêzî benda kontrolê ya hêzên Asayîşê ya li Çerxerêya Merşo, teqand. Di encama teqînê de herî kêm 4  sivîl birîndar bûn. Her wiha qurbanî hene.
Kesên birîndar rakirin nexweşxaneyên Hesekê. Derbarê kesên jiyana xwe ji dest dane de, agahiyên zelal nehatin bidestxistin, lê belê li gorî agahiyên piştrastnekirî 6 kesan jiyana xwe ji dest daye. Li aliyê din DAIŞ´ê berpirsiyariya êrişê girte ser xwe.


 HESEKE