Li eyaleta Elmanyayê Hessenê, yekşema li pêşiya me, 4 milyon 400 kes wê dengê xwe bidin. Hilbijêrên ciwan ku wê di hilbijartinên eyaletê de cara yekem dengê xwe bidin jî, 61 hezar û 700 in. Di hilbijartinan de balkêş e ku ji Tirkiyeyê jî gelek namzet hene: Ji Partiya Çep (Die Linke) Saadet Sonmez ji rêza 9´an a lîsteyê namzet e, Eyup Yılmaz ê ji navçeya Sêwazê Kangalê jî ji bajarê Frankfurtê namzetê yekser ê Partiya Çep e. Ji heman partiyê Okan Karasu li herêma hilbiajrtinê ya Hochtaunusê û Fatma Demirkol a ji Meletiyê jî li herêma Wetterau namzet e. Ji Partiya keskan Taylan Burcu û Birol Avcı, ji SPD’ê Handan Özgüven, Turgut Yüksel, Dilek Kanko, Neslihan Ayalp, Tolga Koblay, Deniz Şahin, Işıl Yönter, CDU’yê Îsmaîl Tipi û ji FDP’ê Yankı Pursun di van hilbiajrtinan de ji bo bibin parlamenter. Xaniyê civakî divê xaniyên civakî bimînin Ji Namzetên Partiya Çep Eyup Yilmaz dibêje, mijarên wî yên sereke xaniyên civakî ne û ew ê di siyaseta xwe ya eyaletê de jî her bi vê mijarê dakeve û bi ya wî divê heger xaniyekî civakî hat çêkirin, ew her civakî bimîne; ango ew ne pê re ye ku xaniyên civakî piştî mudeteke diyar werin arizîkirin. Mijara duyem a ku Eyup Yilmaz pê dadikeve pirsgirêkên koçberan in, ên weke peydekirina kar, ewlekariya kar, fêrbûna zimanê Elmanî û fêrbûna pîşeyan e û ew ê ji wekheviya şens ji bo koçberan jî kar bike. Yilmaz ji bo dersên zimanê dayikê yên li Hessenê jî got, ew ê hem ji bo dewama van dersan û hem jî destekkirina fînansmana wan bixebite. FRANKFURT