Projeya Sulava Fîskaya ku di çarçoveya Projeya Geliyê Dîcle tê çêkirin, di sala 2011'an de destpê kir û hindik maye temam bibe. Şaredariya Bajarê Mezin di çarçoveya projeyê de terasa bajar û sulav û aliyê jêr golet, kafe, amfiya temaşeyê çêdike. Di vê projeyê de 1095 metrekare qada şîn tê tunekirin, kafeyeke ku 2 qatên wî bi ruhsat û qateke bê ruhsat wekî cihê kar hat avakirin. Avahiya Kafeyê 660 metrekare girtî û 325 metrekare jî qada servekiriye û ji bo bigihêjin cihê kar 300 metre rêya bi asfalt hat çêkirin. Li Dora cihê kar dîwarên bilind hatin çêkirin û qada şîn veguherî betonê.
Der barê mijarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, daxuyaniyeke fermî nedan û li gorî agahiyên ku ji xebatkarên şaredariyê hatine girtin yên ne fermî, kafe di çarçoveya Projeya Geliyê Dîcleyê hatiye avakirin, li qadê dar nehatine jêkirin û hat îdiakirin ku li derdorê şînahî hatiye çandin.
DÎHA/AMED