Li Herêma Federal a Kurdistanê Hewlêrê  konferansa ziman, perwerde û zimanê çapemeniya Kurdî hat li darxistin. Konferansa ji aliyê Wezareta Rewşenbîrî û Ciwanan, Wezareta Perwerdê, Wezareta Xwendina Bilind û Sendikaya Rojnamevanan ve hatî amedekirin. Gelek sazî û zimanzanên Kurd li Hewlêr hola Zeytunî tev li konferansê bûn. Di konferansê bi taybet li ser zimanê Kurdî mijara nasname, çapemeniya Kurdî û pirsgirêkên zimanê Kurdî yên li başûrê Kurdistanê hatin nîqaşkirin. Dîsa xala herî girîng ya ku di konferansê tê gotubêjkirin “tîpên Erebî û Latînî”ne. Lê hat zanîn her çendî ku mijara taybet sekinina ser tîpên latînî û Erebîjî be, lê di Konferansê de baş nehatiye gotubêjkirin. Herwiha ji parçên din yên Kurdistanê tu kes yan jî tu sazî beşdarî konferansê nebûne, tenê ji Ewrûpa çend zimanzan û kesên nav û deng tevlî konferansê bûne.

Serokê Komisyona Ziman û Perwerdêyê ya KNK’ê Rojan Hazim ku ji Danîmarka tevlî konferansê bu li ser gotubêjên ku di konferansê de hatî kirin axivî û got: "Mixabin di vê Konferansê li ser alfabeyên Kurdî nehat gotubêjkirin. Meseleya alfebeyê di Konferansa beriya vê de bi awayekî cidî hat nîqaşkirin, lê belê di vê konferansê de hinek zimanzanên Kurd hene hêjî dema ku alfabe tê nîqaşkirin bi taybet zimanê Erebî diltengiyek di wan de çêdibe." Rojan got her çendî kêmbejî lê hêviya me ewe ku di demên pêşde gavên girîng yên di warê ziman bi taybet alfabeyê de bên avêtin. Herî dawî Rojan got li başûrê Kurdistanê zaravayê Soranî hatiye hakimkirin eve hem di aliyê resmiyatê de û aliyên dinde, lê li gel vê zaravayên din hatine paşxistin, lê em dikarin bêjin pirsgirêka zaravayan hêjî berdewamdikin. 

HEWLÊR