Girseya ku xwestin bimeşin heya ber deriyê sefaretxaneya Tirkiyê û daxuyaniya çapameniyê bidin rastî astengiya hêzên PDK’ê hatin. Çalakvan ji Ceddeya Bextiyarî li Traflaytî 40 metrî destpêkir heya ceddeya Sefaretxaneya Tirkiyeyê ve meşiyan û dewleta Tirk şermezar kirin. Girseya ku gihiştin sed metre dûrî  Sefaretxaneyê liwir ji bo raya giştî daxuyaniyek çapameniyê dan.Piştî axaftinan meşa girseyî bi dirûşmên, ‘Bîjî Serok Apo’, ‘Şehîd Namirin’, ‘Bîjî Berxwedana Bakur’, û ‘Qatîl Erdogan’ bi dawî bû. 


 HEWLÊR