Biryar e ku 5 hezar kamerayên çavdêriyê li Hewlêrê werin danîn. Wezareta Navxweyî ya Herêma Kurdistanê bi rêya Rêveberiya Giştî ya Polîsên Hewlêrê biryar daye ku 5 hezar kamerayên çavdêriyê li kolan û kuçeyên Hewlêrê bi cîh bike. Xerca wê zêdeyî 3 milyar dînaran e. Ev biryar bû sedema nerazîbûna welatiyên Hewlêrê. Li gorî welatiyan niha karên ku ji kamerayan girîngtir hene ku hikûmet bike.
Li şûna kamerayan rêyan çêkin
Welatiyê bi navê Ebdulwehab Elî li ser danîna kamerayên çavdêriyê got, “Danîna kamerayan girîng e lê, gelek tiştên jê girîngtir hene ku hikûmet girîngiyê bidiyê û çareser bike. Weke mînak dikarî li şûna ewqas pereyên ji bo kamerayan xerc dike, rêyan çêke.”
Guh bidin daxwazên xelkê
Rojnamevan Seîd Ebdullah jî got, “Li Hewlêrê ji danîna 5 hezar kamerayên çavdêriyê zêdetir, pêwîstiya me bi xizmetguzarî, projeyên avê, ceryan, rê, nexweşxane û dibistanan heye. Bila bi wan pareyan li du gundên bê dibistan, dibistanê ava bikin.”
ROJNEWS/HEWLÊR