Weşanxaneyên ku beşdarî Fûarê bûne piranî ji Herêma Kurdistan, Tirkiye, Irak, Îran, Erebîstana Sûûdî, Libnan, Misir, Sûdan, kuwêt û Îngilîstan jî di nav de çend welatên Ewrûpayê ne. Ji Tirkiyê u weşanxaneyên Kurdan jî gelek weşanxane beşdarî 8'emîn Fûara Pirtûkan a Navnetewî ya Hewlêrê bûne û nûnerên weşanxaneyên Aram û Nûbihar ji ajansa me re nêrînên xwe yên têkildarî Fûarê anîn ziman.

Edîtorê Weşanxaneya Aramê Vedat Çetîn diyar kir ku ew jî bi sed pirtûkan beşdarî vê Fûarê bûne û wiha berdewam kir; "Di vê Fûarê de eleqeyek baş ji weşanên ku bi tipên Kurmancî hatine çapkirin re tuneye û bihayê pirtûkên me jî li gorî yên Herêma Kurdistanê zêde dibînin. Tişta li vê derê ku bala min pir kêşand ewe ku li Herêma Kurdistanê xwendina pirtûkan û eleqeya ji pirtûkan re pir kême. Herwiha beşdarbûna me a vê Fûarê jibo me sombolîke û em dixwazîn bi riya pirtûkên Kurdiya latînî di aliyê yekbûna ziman de bibin pira di navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê de."

Ji Nûbiharê sed pirtûkên Kurdî

Erkdarê Weşanxaneya Nûbiharê jî da zanîn ku eleqeya ji pirtûkên Kurdî (bi tipên latînî) re kême, hînceta wana jî pirtûkan biha dibînin û wiha bilêv kir; "Weşanxaneya me nêzîk dû sed pirtûkên Kurdî çapkiriye lê ji ber ku bi tîpên latînî hatine çapkirin û li Başûrê Kurdistanê jî tîpên erebî tê nivîsîn jibo wê jî me nekarî hemû pirtûkan bînin. Li Herêma Kurdistanê li rexmê ku pirtûk pir erzanin jî lê çanda xwendina pirtûkan di astek pir nizim de ye." Herwiha erkdarê Weşanxaneya Nûbiharê diyar kir ku ew di rojên pêş de li benda xwendevanin ku eleqeyê ji pirtûkên Kurdiya latînî re bidin nîşa kirin.

Asta xwendinê pir zêde bû

Endamê Kongreya Netewiya Kurdistan (KNK) Mihemed Emîn Pencewînî jî têkildarî Fûarê û eleqeya gelê Herêma Kurdistanê ji xwendina pirtûkan re ji ajansa me re anî ziman. Pencewînî da zanîn ku li Başûrê Kurdistanê her ku diçe xwendina pirtûkan kêm dibe û axaftina xwe wiha berdewam kir; "Eger mirov temaşeyi xwendina pirtûkan a berî çend salan bike mirov dibîne ku li gorî niha asta xwendinê pir zêdeye. Lê mixabin her ku diçe ev rêjeye kêmdibe. Nîvîskar, helbestvan, çapxane û weşanxaneyên Başûrê Kurdistanê vê rewşê bi xemginî didin bilêvkirin. Herwiha dibêjin em em nikarîn pereyê xwe ji pirtûkên xwe derbixîn û gelek caran di aliyê aborî de em zerer dikin." Pencewînî vê rewşê bi pêşketina teknolojî, çanda arabesk û popûlîzmê û aloziya siyasî ya li Başûrê Kurdistna ve girêdide û jibo ev rêjeya xwendin û perwerdê li Başûrê Kurdistanê hîn zêdetir bibe wiha got: "Pêwîste sîstema rêveberiya Herêma Kurdistanê di mijara perwerdekirin û kêşana gencan a xwendinê de xwedî bername û rêzikname be û bikare bi riyên cûda vê yekê pêşbixe. Jibo mînak li Herêma Kurdistanê bi dehan kanalên televizyonê hene û ev kanale dikarin bi awayek sîstematîk di aliyê çanda xwendinê, pêşketina çanda Kurdî û jiyana wekhev û demokratîk gelê Başûrê Kurdistanê perwerde bike û gel bixe di nav lêgerinên zanîstî de. Herwiha bitaybet tişta herî mirov pê xemgîn dibe rewşa ciwanane, li cihê ku di çand, dîrok, ziman û nirxên gel û welatê xwe de xwe pêşbixin, berê hemûyan li Ewrûpaye û ji çanda kapîtalîst pir bibandor bûne. Pêwîste Rêveberiya Herêma Kurdistanê pêşiya vê yekê bigre û tişta pêwîst çiye bila bicihbîne berevajiyê vê wê rewş berbi tirsnaktiyek a ji cewherê xwe derketinê ve biçe. 

DÎHA/HEWLÊR