Li Hewlêrê ji ber sedemek nediyar agir girte Dibistana Rehend. Ji ber şewatê 5 kabîneyên dibistanê şewitîn û gelek zirar gihişt dibistanê.
Dibistana Seretayî ya Rehendê li Taxa Şehîdan a Hewlêrê ye û dikeve ser riya Kerkûk û Hewlêrê. Dibistan ji 9 kabîneyan pêk tê. Ji ber şewatê 5 kabîne bi temamî şewitîn. Der barê sedema şewatê de ti daxuyanî nehat dayîn.
ROJNEWS/HEWLÊR
Li Iraqê 20760 donim zevî şewitî
Li hinek eyaletên Iraqê, di serî de li Kerkûk, Xurmatû, Diyala û Xaneqînê ji 28'ê Nîsanê ve car caran agir bi zeviyan dikeve. Deverên qala wan têne kirin, deverên bi nîqaş in.
Fermandarê Parastina Sivîl a Iraqê Kazim Salman raporek li ser şewata zeviyan eşkere kir û got, li 12 eyaletên Iraqê ji 28'ê Nîsanê ve 20760 donim zevî şewitî ne.
Di raporê de hate ragihandin ku herî zêde eyaletên Nînova, Selahaddîn û Kerkûkê ji şewatê zerar dîtine.
ANF/BEXDA